Ji bo Îke yê YPG'yî konê serxweşiyê hat vedan
Ji bo şervanê YPG'ê Hasan Îke yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê konê serxweşiyê hat vedan. Parlamenterên HDP'yî jî di nav de bi hezaran kesî kon ziyaret kirin.
Ji bo şervanê YPG'ê Hasan Îke yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê konê serxweşiyê hat vedan. Parlamenterên HDP'yî jî di nav de bi hezaran kesî kon ziyaret kirin.
Ji bo şervanê YPG'ê Hasan Îke (Halîl Hamza Cûdî) yê ku li Kantona Kobanê di şerê 19'ê Çileyê yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de tevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da û li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin, li taxa Gundogdû ya Şirnexê ji aliyê malbata wî û MEYA-DER'ê ve konê serxweşiyê hat vedan.
Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Abdullah Zeydan û Tûgba Hezer, rêveberên HDP û DBP'ê, nûnerên MEYA-DER ên Botan û Şirnexê jî di nav de bi hezaran kesî kon ziyaret kirin.
Serdanên ji bo serxweşiyê dewam dikin.