Cenazeyên Şinik û Kaymaz şandin Cizîrê
Cenazeyên Hayrettîn Şinik û Mehmet Ridvan Kaymaz ên li Cizîrê hatin qetilkirin, piştî otopsiyê şandin Cizîrê.
Cenazeyên Hayrettîn Şinik û Mehmet Ridvan Kaymaz ên li Cizîrê hatin qetilkirin, piştî otopsiyê şandin Cizîrê.
Cenazeyên Hayrettîn Şinik ê 12 salî û Mehmet Ridvan Kaymaz ên li Cizîrê ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, şandin Cizîrê. Cenazeyên Şinik û Kaymaz wê li Cizîrê werin veşartin. Cenazeyê Şinik pêr anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û otopsiya cenaze hatibû kirin. Lê belê ji ber dorpêçî û terora dewletê ya li Cizîrê, kes nikarîbû bihata wergirtina cenaze.