Li Cizîrê Serhat Altûn jiyana xwe ji dest da, girse tê gulebarandin

Li Cizîrê girseya ji bo girtina birîndaran ber bi Taxa Cûdî kete tevgerê hat gulebarankirin, hat diyarkirin ku gelek birîndar hene.

Serhat Altûn ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê hat gulebarandin û tevî biryara tedbîrê ya DMME jî ev 2 roj in destûra wergirtina ji taxê nehat dayîn, jiyana xwe ji dest da.

Li ser girseya ku ber bi taxa 6 birîndar lê hene ketiye tevgerê guleyên zêde tên reşandin.

Li Cizîrê girseya ji bo girtina birîndaran ber bi Taxa Cûdî kete tevgerê hat gulebarankirin, hat diyarkirin ku gelek birîndar hene. 

Tevî biryara DMME jî li navçeya Cizîr a Şirnex rakirina birîndaran a nexweşxaneyê tê astengkirin. Hate diyarkirin ku Serhat Altûn ê duh êvarî hewl da zarokekî birîndar rizgar bike û bû hedef, jiyana xwe ji dest da. Tevî biryara DMME ku duh ji bo rakirina nexweşxaneyê destûr dabû, ji taxê wergirtin ji aliyê hêzên dewletê hat astengkirin.

JI BER GULEBARANÊ AMBÛLANS NEÇÛBÛ

Ambûlansa aîdî Şaredariya Cizîrê ji bo girtina Altûn û birîndarên din ên taxê hewl dabû, bi gulebaranê ve destûra ketina taxê nedabûn. Ji bilî Altûn, têkîldarî Orhan Tûnç ê DMME der heqê wî de biryara tedbîrê dabû agahî nayê wergirtin, zarokekî li Taxa Cûdî hat gulebarankirin, bi birîndarî ev 2 roj in li taxê tê rawestandin.

GEL JI BO GIRTINA BIRÎNDARAN KET TEVGERÊ

Bi sedan welatiyên agahiya mirina Altûn girtin ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredarên Cizîrê jî hene, ji bo wergirtina birîndar û cenazeyên xwe ber bi Taxa Cûdî ketin tevgerê.

TAXA KU GIRSE LÊ YE TÊ GULEBARANKIRIN

Êrîşên dewletê li ser taxên Cûdî, Sûr, Nûh û Dagkapi bê navber didomin. Taxa Cûdî ku cenaze û birîndar hene, bi tevgera gel hat gulebarankirin, topbaranên tank û hewanan jî destpê kir.
Hat diyarkirin ku ji girseya bi awayekî dijwar hatiye gulebarankirin gelek birîndar hene. Hat ragihandin ku ji hin welatiyên hatine birîndarkirin rewşa wan giran in. Li ser welatiyên di ketina taxê de hê jî gule tên reşandin. Taxa ku 3 cenaze û gelek birîndarên lê ne, hê jî ji aliyê hêzên dewletê tên gulebarankirin.

CENAZEYEK DIN HAT DÎTIN

Gelê meşiya Taxa Cûdî, di ketina taxê de gihişt cenazeyê Ahmet Tûnç ê 50 salî. Tûnç ev roj bûn agahî jê nedihat girtin,li pêşiya mala xwe hatiye qetilkirin. Li ser girseya ku hewl dide xwe bigihîne birîndar û cenazeyan hê jî gule tên barandin.

LI TAXÊ 4 BIRÎNDARÊN DIN HENE

Ji bilî Orhan Tûnç û zarokekî birîndar, hat ragihandin ku li Taxa Cûdiyê 4 birîndarên din hene. Li hember taxê topbaran û gulebaran didomin.