Sariyildiz: Birîndar xwînê winda dikin
Hat diyarkirin ku 3 birîndarên bi Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê û yên pê re anîn Taxa Dagkapi, ji ber herîkîna xwîna zêde xeteriya wan a jiyanî heye.
Hat diyarkirin ku 3 birîndarên bi Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê û yên pê re anîn Taxa Dagkapi, ji ber herîkîna xwîna zêde xeteriya wan a jiyanî heye.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildir, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konûr û yên pê re ku danê sibehê hatin gulebarankirin û bi 3 birîndaran re di malake li Cadeya Nisêbînê asteng man, 3 kesên di êrîşê de birîndarbûyî di bin gulebarana zêde de anîn Taxa Dagkapi. Li vir ji bo girtina birîndaran ambûlansên girêdayî Wezareta Tenduristiyê nehatin, ji bo ambûlansên girêdayî Şaredariya Cizîrê jî destûr nayê dayîn.
Wekîlê HDP’ê Sariyildiz diyar kir ku rewşa birîndaran giran in, destnîşan kir ku birîndar her tim xwînê winda dikin. Sariyildiz ragihand ku her diçe rewşa birîndaran girantir dibe, da xuyakirin ku ambûlans tên astengkirin.