Malbatên ku zarokên wan di terora dewletê ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan bang kirin û gotin, "Yên li hemberî kuştina zarokan deng nakin, ew şirîkên heman sûcî ne."
Malbatên ji ANF'ê re axivîn, komkujiyên ku ev meh û nîvek e li Cizîrê tên kirin, vegotin.
DILGEŞ ÎNCE: Gelekî zehmet e, bêdengiya li pêşberî kuştina zarokan bêwijdaniya herî mezin e. Pêwîste ev daxwaza akademîsyenan li ser navê mirovahiyê weke deynekî wijdanî bê dîtin. Em li dijî bêdengiya li pêşberî qetilkirina pitikan serî radikin. Keça min Mîray Înce ku hînê pitik bû, ji ber bombeyên hatin avêtin, hat qetilkirin. Bavê min, bi hêviya ku dibe ku bijî keça min rakir ji bo bibe nexweşxaneyê, lê ew jî bû hedefa tîmên taybet û hat qetilkirin. Pitika me û bavê min hatin qetilkirin. Me ev yek danîn aliyekî, destûr nedan ku em cenazeyên xwe jî veşêrin. Cenazeyên keç û bavê min bi lez û bez defn kirin. Em, yên ku ev zilm li me kirin, teslîmî Xwedê dikin. Li vê xaka ku pitik lê tên qetilkirin, ne tenê rewşenbîrên vî welatî, divê her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' ji bo pêşîgirtina li vê hovîtiyê, çi ji dest tê bike.
SAÎT AKALIN: Weke malbatên zarokên wan hatine qetilkirin, em danezana ji aliyê akademîsyenan ve hatiye weşandin pîroz dibînin. Ji ber ku ev mirovên rewşenbîr in, ji bo hebûneya herî mesûm a jiyanê zarok nemirin, bang kirin. Lê mixabin, ya ku dewlet li Cizîrê dike, cihê xwe di her sê pirtûkên pîroz de nîne. Em, êrîşên Serokkomar û hikûmetê yên li hemberî akademîsyenan qebûl naki. Yên ku li pêşberî kuştina zarokan bêdeng in divê baş bizanibin, ku hem li vê cîhanê hem jî li pêşberî Xwedê ew ê mehkûm bibin. Du xwarzê û biraziyên min Yûsûf Akalin û Buşra Yerîn hatin qetilkirin. Biraziyeke din a min Dîlan Akalin li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê hewl dide bijî.
HASAN ERTENE: Birayê min Huseyîn Ertene bi rojan li Şirnexê di morgê de hat ragirtin. Herî dawî bi qanûneke li gorî dilê xwe re, cenazeyên me dixwazin li goristana bêxwediyan veşêrin. Em jî li hemberî vê derketin û me xwestin cenazeyê xwe bibe Basanê. Lê belê rojekê ewçend serî li me gerand, ku ji sibehê heta êvarê em mijûl kirin, ji bo kesek beşdarî merasîma cenaze nebe. Rast e bila zarok di vî şerî de nemirin, lê mixabin tên kuştin û di ser re îşkence li cenazeyên wan tê kirin. Gelo ne heyf e? Pitikên hûnê nû çavên xwe li cîhanê vekirine, tên qetilkirin. Ji ber ku akademîsyenan gotin 'bila zarok nemirin' divê bi awayekî matmayî neyê pêşwazîkirin. Ji xwe eger ev helwest nîşan nedabûn, hingî akademîsyenbûyîn û rewşenbîriya wan wê cihê gumanê bûya.