KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
70 ji mirovên li Derya Egeyê jiyana xwe ji dest dan ji Başûrê Kurdistanê ne
Ji nava mirovên di 22'ê Çileyê de bi du kelekan hewl didan di Derya Egeyê re derbasî Yewnanîstanê bibin, lê ji ber binavbûna kelekan jiyana xwe j dest dan, 70 jê ji Başûrê Kurdistanê ne. -
Ji ber êrîşên dewletê Cîhan Karaman hînê nehatiye rakirin
Cîhan Karaman ê ku duh li Cizîrê bi guleya hêzên dewletê birîndar bû û DMME ji bo rakirina nexweşxaneyê biryara tedbîrê da, ji ber êrîşên dewletê nikare were rakirin. -
'Meşvanên Botanê' berxwedana Cizîrê silav kirin
Bi hezaran kesên ji bo Meşa Botanê li Nisêbînê li hev civiyan, li ber klamên dengbêjan heta serê sibehê nobed girtin û berxwedana Cizîr, Sûr û Silopiyayê silav kirin. -
Li Cizîrê êrîş didomin, gel nikare birîndaran rake nexweşxaneyê
Li taxa Cûdî ya Cizîrê, 1 jê giran 10 kesên ji ber topa hêzên dewletê li malekê birîndar bûn, li hînê benda ambûlansê ne. Bomberdûmana li ser taxê bi dijwarî dewam dike. -
'Zilma we wê ji we re nemîne'
Hevsera Seyfettîn Sîdar ê ku li Silopiyayê ji bo telefona xwe şarj bike ji malê derket û ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin Asya Sîdar diyar kir ku hêzên dewletê nehiştin ew cenazeyên xwe jî defin bikin û got ev zilm wê ji kesekî re nemîne." -
Li Silopiyayê tiştekî ku nedizîne nehiştine!
Li Silopiyayê, cerdevanên ku tevlî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bûn, li xanî û kargehên dagir kirin, tiştekî ku nedizîne nehiştine. -
Di destpêkê de ji xwe re kirin biryargeh, dûre şewitandin
Piraniya saziyên Kurd ên li Silopiyayê, ku hêzên dewleta Tirk di 37 rojên êrîşê de ji xwe re kiribûn biryargeh, piştre hatin şewitandin. Avahiya Şaredariya Silopiyayê jî yek ji van bû. -
Polîsan avêtin ser konê nobedê yê li Amedê
Konê nobedê yê ji bo destekkirina berxwedana Sûrê li Sumerparkê hat vedan, ji aliyê polîsan ve bi zorê hat rakirin. -
10 sivîlên li Cizîrê birîndar bûn bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne
Li Cizîrê ku êrîşên dewletê di roja 41. de ye, ji duh bi şev û vir ve hêzên dewletê bi navber bi tank û topan êrîşî taxên Cûdî û Sûrê dikin. -
Li Rihayê, polîs bi karê JÎTEM'ê rabû
Polîsê Tirk hewl da belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Şahîn Ceyran bi jehrê qetil bike. -
Li Şirnexê li dijî taxên berxwedanê êrîş
Hêzên dewleta Tirk Taxa Dîcle ya Şirnexê dorpêç kirin, dan ber çekên giran. Hêzên YPS’ê bersivê didin êrîşan. -
Artêşa Tirk bi dijwarî êrîşî Girê Spî dike
Artêşa Tirk bi dijwarî êrîşî ambarê genim ên li Girê Spî û malên welatiyên sivîl dike. -
Li Hezexê zarokek hat girtin
Zarokekî li kolanê Hezexê bi ‘gumana maqûl’ hat binçavkirin, parvekirinên wî yên di tevna civakî de wek sedem hat nîşandan û hat girtin. -
Li benda mirina Cihan Karaman in?
Ji bo Cihan Karaman rakin nexweşxaneyê DMME biryara tedbîrê derxist, lê her nuqteyên ku Karaman ji bo ambûlans wî bigire bang dike tê topbarankirin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Tûrhan li Marsîlya taziye hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Derhan Tûrhan (Ferhat Dilovan) ê 6’ê Mijdara2015’an di şerê li Gabarê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Marsîlya yê Fransa taziye hat danîn -
25 xwendekarên lîseyê hatin binçavkirin
Polîsan li Îzmîr û Aydinê êrîşî daxuyaniya endamên DEV-LÎS'ê yên ji bo balê bikîşinin li ser qatlîamên li Kurdistanê kirin û 25 xwendekarên lîseyê hatin binçavkirin. -
YPG: Li Helebê êrîşa çeteyan hat şkandin
Şervanên YPG’ê mudaxeleyî çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ên hewl dan bikevin Şêx Meqsûd kirin. Di şer de herî kêm 3 çete hatin kuştin. -
Welatiyê li Cizîrê birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
Êrîşên hêzên dewletê yên li ser Cizîrê didomin. Welatiyê bi navê Welî Mûjde ku li Cizîrê birîndar bibû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji Cîhan Karaman ku birîndar li taxê ye jî agahî nayê girtin. -
Li Egeyê 44 penaberan jiyana xwe ji dest dan
Li behra Ege, 20 jê zarok herî kêm 44 penaberan jiyana xwe ji dest dan. -
Ji meşvanên Botanê banga serhildanê
Li ser banga DBP û HDP'ê ji bo piştgiriya berxwedana Botanê ji gelek bajaran bi sedan welatî hatin Nisêbînê. Çalakvanên meşê banga serhildanê li gelê kurd kirin. -
Li Sûrê li hember tîmên taybet çalakî: Polîsên mirî û birîndar hene
Li cadeya Gaziyê ya Sûrê di çalakiya li dijî tîmên taybet de hate hinbûn ku polîsên mirî hene û gelek polîs birîndar bûne. Li mala ku ji aliyê polîsan ve hate bombekirin de jî şewat derket. -
‘Li Amedê 5, li Geverê 9 çeteyên AKP’ê hatin kuştin’
Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger da xuyakirin ku li navçeya Sûr a Amedê 5 çeteyên AKP’ê hatine kuştin. YDG-H, ragihand ku li Geverê jî 9 çete hatine kuştin û wesayîtek tîpa Kobra hatiye îmhakirin. -
Li Cizîrê polîsên Tirk dîsa derb xwarin
Di şer û pevçûnên îro de tîmekî taybet hat kuştin. -
KJK: Divê xwedî li berxwedana YPS-Jin bê derketin, her kes di nav refan de cih bigire
Koordînasyona KJK’ê bang li tevahî derdorên hestiyar, jinan kir ku li berxwedana YPS-Jin xwedî derkevin û di nav refan de cih bigirin. -
Gel ji bo Meşa Botanê diherike
Bi boneya tevlî çalakî û meşa Botanê bibin piştî Mêrdîn û Wanê ji Êlih, Riha, Colemêrg, Sêrt, Erzirom û Mûşê gelek çalakvan û endamên MP’ê yên DBP’ê jî gihiştin bajaroka Girêmîra.