70 ji mirovên li Derya Egeyê jiyana xwe ji dest dan ji Başûrê Kurdistanê ne

Ji nava mirovên di 22'ê Çileyê de bi du kelekan hewl didan di Derya Egeyê re derbasî Yewnanîstanê bibin, lê ji ber binavbûna kelekan jiyana xwe j dest dan, 70 jê ji Başûrê Kurdistanê ne.

Serokê Federasyona Penaberan a Iraqê Amanc Ebdullah da xuyakirin, ku li Derya Egeyê di 2 kelekên binav bûn de 85 rêwî hebûn, lê 70 ji van jiyana xwe ji dest dan. Ebdullah diyar kir, ku piraniya 70 kesên jiyana xwe ji dest dane, şêniyên ji bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji van mirovên jiyana xwe ji dest dan 23 ji Silêmaniye, 10 ji Hewlêrê, 7 ji Koysancak, 4 ji Pişder û 2 jî ji Piremegran e. Yên mayî jî ji bajarok û gundên din ên Başûrê Kurdistanê ne.

Ji ber krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê hînê dewam dike, tê gotin ku di nava 6 mehan de zêdeyî 30 hezar kesî koçî welatên Ewropayê kirine.