Polîsan avêtin ser konê nobedê yê li Amedê

Konê nobedê yê ji bo destekkirina berxwedana Sûrê li Sumerparkê hat vedan, ji aliyê polîsan ve bi zorê hat rakirin.

Konê nobedê yê ji bo destekkirina berxwedana Sûrê li Sumerparkê hat vedan, ji aliyê polîsan ve bi zorê hat rakirin. Tevî rakirina kon jî, gel nobeda xwe didomîne.

Polîsên Tirk avêtin ser nobeda rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê, ku ji bo piştgiriya berxwedana Sûrê, li binê kon tê girtin. Saet di 00:30 ê şevê de bi sedan polîsan diyar kirin ku Walîtiyê biryar daye divê kon were rakirin. Nobedaran dan xuyakirin ku ew ê nehêlin kon bê rakirin. Li ser vê yekê polîsan gefa "Eger hûn ranekin, em ê bişewitînin" li çalakgeran xwarin.

Tevî ku kon bi zorê ji aliyê polîsan ve hatiye rakirin jî çalakiya nobedê ya gel didome.