'Meşvanên Botanê' berxwedana Cizîrê silav kirin

Bi hezaran kesên ji bo Meşa Botanê li Nisêbînê li hev civiyan, li ber klamên dengbêjan heta serê sibehê nobed girtin û berxwedana Cizîr, Sûr û Silopiyayê silav kirin.

Bi hezaran kesên ji bo Meşa Botanê li ser banga DBP'ê ji Riha, Wan, Mûş, Erzîrom, Colemêrg û Sêrtê hatin taxa Girê Mîra ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê, çalakiya nobedê didomînin. Bi hezaran çalakgeran bi şev sirûdên şoreşgerî gotin û berxwedana Sûr û Cizîrê silav kirin.

Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, rêveberên HDp û DBP jî di nava nobedê de cih digirin.