Di destpêkê de ji xwe re kirin biryargeh, dûre şewitandin

Piraniya saziyên Kurd ên li Silopiyayê, ku hêzên dewleta Tirk di 37 rojên êrîşê de ji xwe re kiribûn biryargeh, piştre hatin şewitandin. Avahiya Şaredariya Silopiyayê jî yek ji van bû.

Piraniya saziyên Kurd ên li Silopiyayê, ku hêzên dewleta Tirk di 37 rojên êrîşê de ji xwe re kiribûn biryargeh, piştre hatin şewitandin. Avahiya Şaredariya Silopiyayê jî yek ji van bû. Alîkarê Hevşaredarên Silopiyayê Ahmet Tolûg jî diyar kir, ku arşîvên şaredariyê hatine tinekirin.

Hêzên dewleta Tirk ên li Silopiyayê di nava 37 rojên dorpêçiyê de saziyên Kurdan ji xwe re kirin biryargeh, piştre ev avahiyên DBP a Silopiya, MEYA-DER, Akademiya Jinan û Komeleya Alîkariya ji bo Rojava şewitandin. Avahiya Şaredariya Silopiyayê jî weke biryargeh ji aliyê hêzên dewletê ve hat bikaranîn, bûye ku nema dikare bê bikaranîn. Hemû eşyayên li avahiyê hatine parçekirin û bûne xurde. Her wiha arşîva şaredariyê jî hat tinekirin.

'DERÎ, ŞIBAKE ŞIKANDINE'

Alîkarê Hevşaredarên Silopiyayê Ahmet Tolûg li ser mijarê agahî da û anî ziman ku di roja duyemîn a qedexeyê de li avahiya şaredariyê lêgerîn hatiye kirin. Tolûg diyar kir ku gelek raporên şaredariyê hatine desteserkirin û da zanîn ku piştre leşker û polîs hatine li avahiya şaredariyê bi cih bûne. Tolûg ragihand, ku hêzên dewletê hemû derî û şibakeyên avahiya şaredariyê şikandine û got, "Gelek malzemeyên teknîkî yên şaredariyê birine. Hard dîsk û kompûter birine."

'NIVÎSÊN NÎJADPERESTÎ Û ŞOVEN NIVÎSANDIN'

Tolûg da xuyakirin, ku li odeyên avahiya şaredariyê nivîsên nîjadperestî û şoven hatine nivîsandin û diyar kir ku wan têkildarî vê van êrîşan serî li saziyên fermî dane. Tolûg destnîşan kir, ku gelê Silopiyayê hewl dide birînên xwe bipêçe.

'LI SILOPIYAYÊ BERXWEDANEKE MEZIN HAT NÎŞANDAN'

Hevserokê DBP'ê yê Silopiyayê Mahmût Yildizgorer anî ziman ku li Silopiyayê dorpêçî ev 40 roj in didome, ji ber êrîşên giran gelek kes hatine qetilkirin û ragihand, ku Silopiya tevî hemû êrîşên giran jî berxwedaneke mezin nîşan daye.

Yildizgorer bal kişand ser êrîşên ji bo qirkirinê yên li Silopiyayê ji aliyê dewletê ve hatin meşandin û got, "Avahiya me ya DBP'ê, avahiya MEYA-DER, avahiyên Akademiya Jinan û Komeleya Alîkariya bi Rojava re, weke biryargeh hatine bikaranîn. Piştre hêzên dewletê bi anîna tekbîrê ev agahî şewitandin. Ne tenê şewitandine. Polîsên tevgera taybet gule li avahiyê me reşandin. Tevî van hemûyan me serî netewand. Têkoşîna gelê me diyar e. Silopiya bi serbilindî li ser piyan e."