Li Rihayê, polîs bi karê JÎTEM'ê rabû
Polîsê Tirk hewl da belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Şahîn Ceyran bi jehrê qetil bike.
Polîsê Tirk hewl da belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Şahîn Ceyran bi jehrê qetil bike.
Polîsê Tirk ê li Rihayê, bi karê JÎTEM'ê rabû, ku vê rêxistinbûyîna kujer a dewleta Tirk di salên 90'î de li Kurdistanê bi dehan xebatkarên çapemeniya azad qetil kiribû. Polîsê Tirk hewl da belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Şahîn Ceyran bi jehrê qetil bike.
Li Rihayê, vê ekîba polîsan a li Rihayê karên tarî dike, dema Şahîn Ceyran ê 23 salî karê xwe yê belavkariyê dikir, bi wesayîteke sivîl a bi marka Ford Connect a bi plaqeya 63 VP 758 pêşî li Ceyran birîn, lê dan û piştre bi zorê hebek (derman) xistin devê wî. Ev polîsên ku di salên 90'î de xebatkarên çapemeniya azad Huseyîn Denîz, Nazim Babaoglû û Kemal Kiliç li Rihayê qetil kirin, xwestin Ceyran jî qetil bikin û mora xwe deynin binê cînayetek kuştinên 'kiryar nediyar'. Ceyran piştî çend deqeyan zor da xwe û verşiya, lewma ji jehrê xilas bû.
'DERMAN XISTIN DEVÊ MIN Û HEWL DAN MIN BI JEHRÊ BIKIN'
Ceyran anî ziman ku polîsên pêşî li wî birîn, jê re gotin ku eger ez nesekinim ew ê min qetil bikin, dema sekinî jî 2 polîs ew bi zorê li wesayîtê siwar kirine. Ceyran da xuyakirin, ku di hundirê wesayîtê de 2 polîsên din jî hebûn, bi giştî 4 polîs bûn û van polîsan jê re gotine "em ê te bibin navendê", piştre ew biriye cihekî vala yê li pişt Evren Sanayî. Ceyran da xuyakirin, ku di nava wesayîtê de polîsan li wî dane û got, "Piştî ku ez ji wesayîtê peya kirin, li min dan û min li erdê dirêj kirin. Sê polîsan giraniya xwe danîn ser min. Yek li ser lingên min, yek li ser çokên min û yê din jî li ser zikê min rûnişt. Polîsê por dirêj jî hewl da bi zorê devê min veke. Dema bi zorê devê min vekir, tiştek ji bêrîka xwe derxist û xist devê min. Ji ber ku li ser piştê bûm, ew tişta xistin devê min yekser qet qirika min û bi vî rengî hewl dan bi jehrê bixin.
'JI BO MIRINÊ MIN LI WIR HIŞTIN'
Ceyran diyar kir ku polîsan rojnameyên pê re jî jê stendine, şewitandine û got, "Piştî ku rojname şewitandin, lastîkekî kevin ê li wê derê anîn û danîn ser. Polîsê por dirêj li min vegeriya û got, "Binêrin hûn çawa Newrozê pîroz dikin, em ê jî pîroz bikin'. Piştî ku ji ser min rabûn li wesayîta xwe siwar bûn û çûn. Bi qasî 3-4 deqeyan ez li erdê mam. Dûre li ser wî tiştên bi min dan daqurtandin fikirîm. Paşê pê hesiyam ku hêdî hêdî ji ser hişê xwe diçim. Hingî min fêm kir ku jehr dane min. Min tiliya xwe xist devê xwe û hewl da verşim. Piştî çend caran, ez verşiyam. Hingî hînê baş ji ser hişê xwe neçûbûm, bi telefonê ez li hevalên xwe geriyam. Li kêleka rê min xwe dirêj kir û li benda hatina hevalan mam. Piştî demekê heval hatin cem min. Yekser ez birin nexweşxaneyê. Piştî ku min rewş ji wan re vegot, wan jî ji doktorên li nexweşxaneyê re gotin û yekser mîda min şuştin."
'EM ŞOPDARÊN APÊ MÛSA NE, NIKARIN ME JI RÊYA ME VEGERÎNIN'
Ceyran da zanîn ku polîsan xwestine wî bikujin û got, "Ji ber vê êrîşê ez ê bi rêya parêzeran gilî bikim. Ez dikarim polîsên êrîşî min kirin û hewl dan bi jehrê min bikujin, teşxîs bikim. Eger ji wan heye ku bi vî rengî dikarin me ji têkoşîna me ya mafdar vegerînin, xwe dixapînin. Em şopdarên Apê Mûsa ne. Di salên 90'î de bi dehan hevalên me bi kuştinên 'kiryar nediyar' re qetil kirin. Herî dawî hevalê me Kadrî Bagdû belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê li Edeneyê qetil kirin. Li Kurdistanê xebatkarên çapemeniyê hedef digirin û guleyan berdidin wan. Wan digirin binçavan, bi îdîayên bêbingeh re wan digirin. Bi vê yekê re nikarin me ji rêya me vegerînin."