KJK: Divê xwedî li berxwedana YPS-Jin bê derketin, her kes di nav refan de cih bigire

Koordînasyona KJK’ê bang li tevahî derdorên hestiyar, jinan kir ku li berxwedana YPS-Jin xwedî derkevin û di nav refan de cih bigirin.

Koordînasyona KJK’ê bang li tevahî derdorên hestiyar, jinan kir ku li berxwedana YPS-Jin xwedî derkevin û di nav refan de cih bigirin.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku YPS-Jin wek şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê, vê carê jî wê li Bakurê Kurdistanê bibe garantiya mafê jiyana azad a jinan û civaka jinan, wiha dewam kir: “Li Bakurê Kurdistanê û Botanê berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me ev du mehên bê navber didome. Kolan bi kolan, tax bi tax pevçûn didomin. Çeteyên AKP’ê yên pesnê xwe didin, tevî teknîkên herî pêş jî gelê sivîl qetil dikin, lê di pêşdeçûyinê de di nav acîziyetbûnê de ye.  Hêzên tevgera taybet a Jendermeyan, tîmên Esadûllah û herî dawî jî kum sor, li dijî gelê Kurd ê di biryarbûna xwerêveberiyê de ye, hatiye wê astê ku tenê êdî ji qetlîaman re dibêje serketin. Gelê Kurd vê berxwedanê bi rêxistinkirina yekîneyên parastina sivîl ve parastinê bi sîstem bike wê demê wê têkoşînek berxwedanê ya dikare hêzên faşîst hê zêde bixe zorê.

Jinên li bendên li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex li ber xwe didin xwe wek YPS-Jin birêxistin dikin. Ev xwedî wateyek ji hêzek xweparastinê hê wêdetir e. YPS-Jin a di salvegera qetlîama Parîsê de hat îlankirin, li dijî faşîzma AKP’ê û dîktaroriya wê ya ku navê mejiyê zilam serwer ê di roja me de ye, serî hildana jinên gelekî ye. Li dijî her cure tinekirinê, tine hesibandinê, yekperestiyê, serî tewandinê, navenperestiyê berxwedanek e. Ne tenê berxwedana gelekî tê mêtingerkirin a li hember dewletek faşîst e, hêza berxwedana li hember her cure zextên ku jin di jiyana rojane de her kêlî rû bi rû tê ne. Ev berxwedan ne tenê ji bo jinên Kurd, namzet e ku bibe hêza berxwedana tevahî jinan.

YPS-Jin her çiqasî ji bo destpêkê wek gavekî biçûk dixuye jî, mîsyon û rastiya wê ya mekan û demê wê hê zêdetir bikeve pratîkê û bi xurtbûyinê wê bigihêje hêza guhertina herikîna dîrokê. Wek şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê, vê carê jî wê jinên li Bakurê Kurdistanê bibe garantiya mafê jiyana azad a jinan û civaka jinan. Ji ber vê em bang li tevahî derdorên hestiyar, jinan û jinên ciwan dikin ku li berxwedana YPS-Jin xwedî derkevin û di nav refên YPS-Jin de cih bigirin.”