YPG: Li Helebê êrîşa çeteyan hat şkandin

Şervanên YPG’ê mudaxeleyî çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ên hewl dan bikevin Şêx Meqsûd kirin. Di şer de herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ên bi piştgiriya AKP’ê, li hember taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin parvekirin:

“Çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam vê sibehê nêzî saet 04.00’an ji aliyê Qewserêya Cendol û Seken Şîqîf ve bi topên hewanê û çekên giran êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.

2 komên çete yên hewl dan ji aliyê Qewserêya Cendolê bikevin Şêx Meqsûdê ji aliyê hêzên me yên YPG’ê hatin astengkirin.

Li ser vê şer rû da. Di encama şer de herî kêm 3 çete hatin kuştin û gelek çete jî hatin birîndarkirin.”

Li herêmê şer didome.