25 xwendekarên lîseyê hatin binçavkirin

Polîsan li Îzmîr û Aydinê êrîşî daxuyaniya endamên DEV-LÎS'ê yên ji bo balê bikîşinin li ser qatlîamên li Kurdistanê kirin û 25 xwendekarên lîseyê hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê xewnedkarên endamên DEV-LÎS'ê ne ji bo balê bikişînin li ser zarokên ku li Kurdistanê tên qetilkirin li îskeleye Karşiyakayê daxuyanî dan çapemeniyê. Polîsan destur nedan daxuyaniya xwendekaran û bêyî ku hişyar bike bi derbkirinê 11 xwendekar binçavkirin. Xwendekarên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.

Li navçeya Dîdîmê ya Aydinê jî endamên DEV-LÎS'ê ji bo balê bikişînin li ser qatlîaman daxuyanî dan, polîsan êrîşî xwendekaran kir û 14 xwendekar bin çav kirin.