Li Cizîrê êrîş didomin, gel nikare birîndaran rake nexweşxaneyê

Li taxa Cûdî ya Cizîrê, 1 jê giran 10 kesên ji ber topa hêzên dewletê li malekê birîndar bûn, li hînê benda ambûlansê ne. Bomberdûmana li ser taxê bi dijwarî dewam dike.

Li navçeya Şirnex Cizîrê ku berxwedan di roja 41. de ye, hêzên dewleta Tirk bi tank û topan ji duh bi şev û vir ve bombeyan li taxên Cûdî û Sûrê dibarînin. Yek ji topên hêzên dewletê li maleke ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê jî di nav de 15 kes lê bûn. Di êrîşê de herî kêm 10 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel giran e. Ji ber bomberdûmana giran, gel nikare nexweşxan rake nexweşxaneyê.

Ji ber topbarana danê sibehê, tê gotin ku gelek xaniyan zerar dîtine û dibe ku li van malên din jî birîndar hebin.

Navên birîndaran: Rûhat Aktaş, Sercan Ûgûr, Mûrat Aslan; Mûharrem Erbek, Azad Yilmaz, Abdullah Zîleyaz, Ferîde Aslan, Îslam Kalkan, Mehmet Yavûzel, Faîk Ozkan.