‘Li Amedê 5, li Geverê 9 çeteyên AKP’ê hatin kuştin’

Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger da xuyakirin ku li navçeya Sûr a Amedê 5 çeteyên AKP’ê hatine kuştin. YDG-H, ragihand ku li Geverê jî 9 çete hatine kuştin û wesayîtek tîpa Kobra hatiye îmhakirin.

Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger da xuyakirin ku li navçeya Sûr a Amedê 5 çeteyên AKP’ê hatine kuştin. YDG-H, ragihand ku li Geverê jî 9 çete hatine kuştin û wesayîtek tîpa Kobra hatiye îmhakirin.

Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDG-H) têkîldarî çalakiyên Amed û Geverê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de têkîldarî pevçûna 20’ê Çileyê ya li Amedê ev agahî hatin dayîn:

“Konsepta şerê topyekun a dewleta AKP’e ya faşîst li dijî qadên xwerêveberiyên li Kurdistanê destpê kiriye, îro jî didome. Hêzên me li qadên xwerêveberiyê li dijî êrîşên çeteyan bi hêza xwe ya cewherî û îradeya xwe berxwedanek dîrokî raber dikin. 20’ê Çileyê li derdora Kolana Karadenîz a navçeya Sûr a Amedê 5 çeteyên AKP’ê hatin kuştin.”

 ‘LI GEVERÊ 9 ÇETE HATIN KUŞTIN’

Di dewama daxuyaniya YDG-H’ê de hat diyarkirin ku 21’ê Çileyê li Geverê wesayîtek zirxî hat îmhakirin û polîsên tê de hatine kuştin. YDG-H têkîldarî mijarê ev agahî parve kirin: “ 21’ê Çileyê danê sibehê li Geverê, çeteyên rejîma faşîst bi wesayîtên zirxî êrîşî çeperên berxwadanê kirin, hêzên me jî ev êrîşana bersivandin. Di encama şer û pevçûnên derketin de wesayîtek zirxî ya tîpa Kobra hat îmhakirin, 9 çeteyên di wesayîtê de jî mirin. Di heman demê de kepçeyek zirxî jî bêkêr bû. Di vê mijarê de nûçeyên medyaya AKP’ê ya 3 mirî û 6 birîndar ne rastin.”

‘KELHEYÊN ME YÊN BERXWEDANÊ LI SER PIYAN E’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Kelheyên me yên berxwedanê yên rejîma faşîst mêtinger bi tevahî derfetên xwe hewl dide hilweşîne li ser piyan e û çete tê de nikarin pêş bikevin” û wiha dom kir: “Divê rejîma faşîst vê baş bizanibin ku êdî li Kurdistanê cihê faşîzm, mêtingerî û dagirkeriyê nemaye. Îro bi hebûna xwe ya hê xurttir û birêxistinkirî, em ê feraseta mêtinger ji Kurdistanê bavêjin. Em wek YDG-H, divê çeteyên qesrê û artêşa dagirker faşîst vê baş bizanibin, em bi biryar in ku berxwedana xwe heta serketinê bibin û rejîma mêtinger çi hêzê bikar tîne bila bîne, wê nikaribe îradeya me bişkîne. Heta mêtingerî ji holê bê rakirin, Kurdistan bi temamî azad bibe, Ciwanên Kurdistanê yên Welatparêz jî divê tevlîbûna xwe ya aktîf a berxwedanê bidomîne.”