Li benda mirina Cihan Karaman in?

Ji bo Cihan Karaman rakin nexweşxaneyê DMME biryara tedbîrê derxist, lê her nuqteyên ku Karaman ji bo ambûlans wî bigire bang dike tê topbarankirin.

Ji bo Cihan Karaman ê danê nîvro bi gulebarana hêzên dewleta Tirk hat birîndarkirin, lê ji ber êrîşan nikaribû xwe bigîhanda ambûlansê, rakin nexweşxaneyê DMME biryara tedbîrê derxist, lê her nuqteyên ku Karaman ji bo ambûlans wî bigire bang dike tê topbarankirin.

Xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman ê li Cizîrê ku terora dewletê di roja 40. De ye, danê nîvro li Taxa Cûdî di encama gulebarana tîmên taybet de ji singa xwe birîndar bû, ji ber êrîşan nikarin rakin nexweşxaneyê. Ji bo Karaman bê tedawîkirin, danê êvarî parêzeran serî li DMME da û biryara tedbîrê derxistin, lê hê li taxê tê rawestandin. Ambûlansa aîdî Şaredariya Cizîrê hewl dide Karaman wergire, lê hat ragihandin ku Karaman ji bo xwe bigihîne ambûlansê behsa kîjan nuqteyê dike, ew der tê topbarandin.