Li Silopiyayê tiştekî ku nedizîne nehiştine!
Li Silopiyayê, cerdevanên ku tevlî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bûn, li xanî û kargehên dagir kirin, tiştekî ku nedizîne nehiştine.
Li Silopiyayê, cerdevanên ku tevlî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bûn, li xanî û kargehên dagir kirin, tiştekî ku nedizîne nehiştine.
Li Silopiyayê, cerdevanên ku tevlî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bûn, li xanî û kargehên dagir kirin, tiştekî ku nedizîne nehiştine. Gel nerazîbûn nîşanî cerdevanan da û pirsa "Hûnê bi kîjan rûyî bên Silopiyayê?" pirsî.
Li dijî tank û topên dewleta Tirk, gelê Kurd 37 rojan berxwedaneke bêhempa nîşan da. Lê belê cihgirtina cerdevanan di nava hêzên dewletê yên êrîşî gel dikirin, rastî hêrseke mezin tê. Gelê Silopiyayê dibêje ew ê ji bîr nekin, ku cerdevanan li cem hêzên dewletê êrîşî wan kirine.
'HÛN ÇIMA TEVLÎ VÎ ŞERÎ BÛN?'
Ji şêniyên Taxa Barbarosê Asya Demîr a bi rojan li hemberî êrîşên dewletê li ber xwe da, da xukyakirin ku cerdevanan li Silopiyayê li cem hêzên dewletê êrîşî wan kirine. Demîr pirsa "Hûn çima tevlî vî şerî bûn?" li cerdevanan kir û anî ziman ku cerdevan ji bo pereyan tevlî şer bûye û pereyên li malên dagir kiribûn, dizîne.
'XWELÎ LI SERÊ WE BE'
Demîr diyar kir ku li gelek malan pere û zêr hatine dizîn û got, "Li malan zêr û pere dizîne. Xuya ye nehatine şer, hatine xesp û talanê. Xwelî li serê we be. Ji gundên li derdora Amed û Şirnexê hatine vê derê. Ti tişt bi qasî vê bi zora me naçe. Bila ji xwe fedî bikin. Li hemberî ti êrîşan em ê ji rêya xwe venegerin. Gelo wê me bi mirinê bitirsînin? Ji xwe em her roj tên kuştin."
'BI KÎJAN RÛYÎ HÛNÊ SIBE BÊN SILOPIYAYÊ'
Ji şêniyên Taxa Başakê Asya Eren jî da xuyakirin, ku berpirsyarê herî mezin ê vê rewşa li Silopiyayê cerdevan in û nerazîbûn nîşanî cerdevanên ji bajarokên Bespîn û Gitê hatin û tevî dewletê êrîşî wan kirin, da. Eren got, "Hûnê niha bi kîjan rûyî bên? Ji betaniyan bigirin heta gelek eşyayên din, cerdevanan eşyayên mirovan ji malan dizîne. Her tiştên di dikanên me de dizîne."