Li navçeya Şirnex Silopiyayê hêzên dewletê 37 rojan êrîşî gel kir û bi dehan kes qetilkirin, piştî êrîş, mirinan tiştên ku qewimîn asta zilma dewletê ya li navçeyê nîşan dide. Çîroka qetilkirin û îşkence li cenazeyê Seyfettîn Sîdar ê bavê 2 zarokan bû nîşan dide ku dewlet çawa tehamulî zindiyên kurdan nake îşkence li cenazeyên wan jî dike. Seyfettîn Sîdar ji mala xwe ya taxa Barbarosê ji bo ku telefona xwe şarj bike derket ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin û canezeyê wî ancax piştî 4 rojan hatibû dîtin.
POLÎSAN CENAZE REVANDIN
Malbatê canezeyê Sîdar rakir Mizgefta Hz. Ebubekîr û ji bo xera nebe jî bi rojan cemed danîbûn ser. Li taxa ku êrîş zêde bûn hêzên dewletê bi tank û wesayîtên zirxî ve ketin û cenaze Bêyî destura malbatê bi cenazeyê 7 welatiyên ku berê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin ve li taxa Yenîşehîrê bi awayekî korsanê hatibû definkirin. Malbata Sîdar rojên ku di bin terora dewletê de derbas bûn vegotin.
Akîde Sîdar anî ziman ku ji ber ceryan tinebûye kurê wê çûye mala cîranên wan ên jeneratora wan hebû û piştî ku ji malê derket ji wî agahî nagirin. Sîdar da zanîn ku piştî 4 rojan agahiya mirina kurê xwe girtine û ev tişt anî ziman: "Em 4 rojan di bodruma malê de tî û birçî man. Piştî 4 rojan derketin. Ez nexweş im. Me gazî ambulansê kir lê nehat. Ev di islamiyetê de tuneye. Bi topa ku li mala ket ve, mala me bi ser me de hilweşiya."
'EV ZILM JI KESEKÎ RE NAMÎNE'
Hevsera Sîdar, Asya Sîdar jî anî ziman ku piştî ku hevserê wê ji malê derketiye êrîş zêde bûne û 4 rojan di bodrumê de mane û piştî derketine cenazeyê hevserê xwe dîtine. Sîdar bilêv kir ku zilma ku jiyane bi gotinan nikare îfade bike û gotina "ev zilm li cem kesekî namîne" kir.
Xwişka Sîdar, Saadet Sîdar jî anî ziman ku cenaze bêyî destûra wan hatiye definkirin û ev tişt got: "Cenazeyê wî jî di bin zilma wan de hate definkirin. Piştî ku cenaze hate definkirin em çûn, kepçeyên xwe anîbûn, bi kamereyan ve kişandin û piştre jî birayê min definkirin. Eger ew mirov bûne vî tiştî bi me nakin."