Li navçeya Cizîra Şirnexê êrîşên tevkujiyê berdewam dikin. Hêzên dewletê bi tanq û topên li derdora navçeyê bi cih kirîn, taxên
Cudî û Sûrê topbarana dikin. Di encama topbaranê de gelek mal şewitîn. Ji ber şewata malan dûman bi ser navçeyê ketiye.
TOP Lİ MALA 15 KES TÊ DE KET
Ji tapên tên avêtin yekê îsabetî mala 12 kes lê dimînin a li Kuçeya Lale ya Taxa Dagpinarê kir. Topa ne teqiyayî dîwarê malê bi tevahî hilweşand. Ji ber ku top neteqiya windahiya can çê nebû lê xeteriya hemwelatiyan di bin xeteriyê de ye. Hêzên dewletê li taxên Dagpinar û Alîbeyê di heman demê de di ser malan de digirin û zordariyê li gel dikin.
Jİ CİWANÊ BİRÎNDAR AGAHÎ NAYÊ GİRTİN
Di encama êrîşên dewletê de di seatên nîvaro de li Taxa Cudî ciwanê bi navê Cîhan Karaman birîndar bibû. Ji ciwanê bi boneya êrîşên dewletê nikarin rakin nexweşxaneyê, agahî nayê girtin.
HEMWELATİYÊ BİRÎNDAR JİYANA XWE Jİ DEST DA
Hemwelatiyê bi navê Welî Mujde ku hefteya borî di encama êrîşên dewletê de birînar bibû. Mûjde rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Hate zanîn ku Mûjde îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Topbarana dewletê ya li ser taxan didome.