Ji meşvanên Botanê banga serhildanê
Li ser banga DBP û HDP'ê ji bo piştgiriya berxwedana Botanê ji gelek bajaran bi sedan welatî hatin Nisêbînê. Çalakvanên meşê banga serhildanê li gelê kurd kirin.
Li ser banga DBP û HDP'ê ji bo piştgiriya berxwedana Botanê ji gelek bajaran bi sedan welatî hatin Nisêbînê. Çalakvanên meşê banga serhildanê li gelê kurd kirin.
Hemwelatiyên bi pêşengiya DBP û HDP'ê ji bo hevgirtina bi berxwederên Botanê re derketîn ji Wan û Mêrdînê gihiştin Nisêbînê. Çalakvan meşê li Taxa Girêmîra a Nisêbînê dest bi çalakiya nobetê kirin. Welatiyên ku tevlî gava yekem a Botanê bûn derbarê çalakiyê de axivîn. Dayika bi navê Zelîha Gunay ku ji Mêrdînê beşdarî meşê bûye, diyar kir ku ew ji bo şerê tevkujiyê asteng bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Botanê derketine rê. Gunay got ku dê li hemberî kesê şer disipêrên wan şer bikin. Gunay da zanîn ku cenazeyê wan bi rojan li kolanan dimînin û ew van pêkanîn qebûl nakin.
'Lİ HEMBERÎ ÊRÎŞAN EM DÊ Lİ BEREXWE BİDİN'
Endama Meclîsa Dayikê Aşîtiyê ya Wanê Perîxan Aslan jî anî ziman ku ji bo berxwedana Cizîr û Silopî slav bikin û piştgiriyê bidin hatine Nisêbînê. Aslan daxuyand ku dê wek dayikan li hember şerê AKP’ê bisekinin û ew ê biçin li navçeyên berxwedanê bedena xwe bikin mertal û tevlî berxwedanê bibin. Alsan diyar kir ku ji bo ew xwînê rawestinîn dê ligel hemû astengiya jî biçin Cizîr û Silopiyê û birînên gelê xwe bipêçin. Aslan got ku heta êrîş li ser gelê wan hebe dê liberxwe bidin û xwedî li cangoriyên xwe derbikevin.
'EM TU CARÎ ÊRÎŞAN QEBÛL NAKİN'
Welatiyê bi navê Îbrahîm Akbaba yê ji Qoserê beşdarî çalakiyê bû jî anî ziman ku ew beriya her tiştî wek Qoseriyekî rexnedayîna xwe didin gelê di nav berxwedanê de ye û bang li hemû kesî kir ku bên tevlî meşa wan bibin. Akbaba derbirî ku ew dê tu car êrîşên li ser gelê Botanê û Kurdîstanê qebul nekin û banga hevgirtinê kir.
'EM Lİ CEM GELÊ BOTANÊ NE'
Welatiyê bi navê Salîh Kurt ê ji Wanê jî da zanîn ku ligel ku axa gelê kurd kirine 4 parçe jî li tu kesî dijminahî nekirine. Kurt da zanîn ku her tim li ser gelê kurd zilma dewletên dagirker heye û îro jî ev zilm berdewam dike. Kurt destnîşan kir ku ji bo dawî li zilma li ser gelê Botanê bînin tevlî vê meşê bûye. Kurt bilêv kir ku ji bo Kurdîstan nebe wek welatên din ên Rojhilata Navîn dê li pişta gelê xwe bibin û banga serhildana giştî li gel kir.
'EM DÊ Bİ BERXWEDANÊ SERBİKEVİN'
Welatiyê bi navê Şukru Yavuz ê ji navçeya Şaxê ya Wanê jî hate destnîşan kir ku ji bo ew ji êrîş û polîtîkayên tecrîtkirina AKP’ê re bêjin êdî bes e û qedexeyên li Kurdîstanê rakin ber bi Botanê ve dimeşin û got ku ew ê bi berxwedana xwe dê biser bikevin. Yavuz da zanîn ku serkeftin a gelê li berxwe dide ye û banga serhildanê li gelê Kurdîsanê kir.