KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji ber topbarana bê navber birîndar nikarin bên wergirtin
Li Cizîrê 10 kesên di encama topa li malê ket birîndar bûn, ji ber topbarana bê navber a li ser herêmê nikarin rakin nexweşxaneyê. -
Nûçegîhana JINHA'yê Adim serbest hate berdan
Nûçegîhana JINHA'yê Mizgîn Adim a ku li Cizîrê dema nûçe dişopand hate binçavkirin, serbest hate berdan. -
YDG-H: Êrîşa li dijî dibistana li Amedê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye kirin
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ti eleqeya yekîneyên berxwedanê bi vê êrîşê re nîne û hat destnîşankirin, ku hêzên rejîmê bombe avêtine. -
Ji hêzên gerîla çalakiya sabotajê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku hêzên gerîla li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê didomîne çalakiyek tolhildanê li dar xistine. -
Li Sûrê 2 teqînên dijwar rû dan
Li Sûrê 2 teqînên dijwar rû dan. Hat ragihandin, ku leşker ber bi herêmê ve hatin veguhastin. -
KCK: Divê dorpêçî were şikandin, êrîşkariya AKP'ê ya li dijî mirovahiyê bê têkbirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Pêwîste gelê me û hemû hêzên demokrasiyê, li her cihê lê ne têkoşîna xwe mezin bikin, vê dorpêçiyê bişikînin û êrîşkariya hikûmeta AKP'ê ya li dijî mirovahiyê têk bibin. -
Dewleta Tirk gundên Cizîrê hedef girt
Li gundê Kiriş ê Cizîrê, ji ber topa hawanê ya hêzên dewletê lê ket, şivanekî pezê xwe diçêrand birîndar bû. -
YPS Sûr: Ev 53 roj in berxwedaneke navber tê dayîn
Hêzên YPS Sûrê ku ev 53 roj in li hemberî êrîşan li ber xwe didin nerazîbûn nîşanî nûçeyên şerê taybet dan û gotin "Dewlet bi hemû rêbazên modern ve bi ser me ve tê. 53 roj in berxwedana xweparastinê ya hêzên YPS'ê bênefes berdewam dike." -
Bi hezaran kes ber bi Cizîrê ve dimeşin
Piştî ku danê vê sibehê di topbaranê de 10 kes li Cizîrê birîndar bûn, gelê li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê disekinî, berê xwe da Cizîrê û dest bi meşê kir. -
'Kurdistaniyên li Derya Egeyê jiyana xwe ji dest dan bûn qurbanên nelirêtî û krîzê'
Tevgera Azadî, der barê 70 welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên li Derya Egeyê xeliqîn de daxuyaniyek weşand. -
Ji bo Fermandarê YBŞ'ê Tolhildan merasîmeke bi heybet
Fermandarê YBŞ'ê Berxwedan Tolhildan, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û banga xurtkirina piştgiriyê hat kirin. -
Ji bo Cenevre-3 16 partî û rêxistinan daxuyanî dan
16 partî û rêxistinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, têkildarî Cenevre-3 daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de banga "Gelên Sûriyeyê mehkûmî çete û rejîma şovenîst nekin" li hezên navneteweyî hat kirin. -
Azadiya Welat: Eger tiştek bi serê hevalê me were, berpirsyar Erdogan û AKP ye
Rojnameya Azadiya Welat bal kişand ser xeteriya li ser jiyana midûrê wan ê karê nivîsê Rohat Aktaş, ku li Cizîrê di dema şopandina nûçeyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat birîndarkirin û got, Tiştek bi serê wî were, berpirsyar Erdogan û AKP ye." -
Ji Karayilan daxuyaniya li ser Cizîrê: Hesabê vê hovîtiyê wê ji Erdogan bê pirsîn
"Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jêdî dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin." -
Însiyatîfa Gelê Botanê: Divê gelê me li her derê li dijî zîhniyeta qetlîamker rabe ser piyan
Însiyatîfa Gelê Botanê destnîşan kir ku dewleta AKP’ê ya faşîst vê sibehê li Cizîrê qetlîam pêk aniye, wiha got: “Li dijî vê zîhniyeta faşîst qetlîamker divê gelê me û mirovahiya demokratîk demildest rabe ser piyan.” -
'Divê gel biherike taxa Cûdî cihê birîndar lê ne'
Li taxa Cûdî ya Cizîrê, 10 kesên ji ber topbarana dewleta Tirk birîndar bûn hînê ji ber êrîşan nikarin rakin nexweşxaneyê. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç got, "Birîndarên rewşa wan giran e hene. Divê her kes vî dengî bibihîze." -
Pêşendana li Essenê diyarî berxwedana xwerêveberiyê hat kirin
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Enstîtuya Kurdên Elmanya, li bajarê Essenê bi mijara Kurdistanê pêşendanek wêne li dar xistin. -
Nesrîn Ebdullah: Yên YPG û YPJ'ê nas dikin divê Rojava jî nas bikin
Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah da xuyakirin, ku YPG û YPJ li qada navneteweyî weke hêzeke leşkerî tên qebûlkirin û got, "Yên ku me weke hêzeke leşkerî qebûl dikin, divê êdî Rojava jî bi xweseriya xwe nas bikin." -
Serokwezîrê Iraqê: Tirkiye li Sûriye û Iraqê Kurdan bomberdûman dike
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî got, “Li şûna Enqere bi Kurdan şer dike divê li dijî DAIŞ’ê şer bike” û da xuyakirin ku divê Tirkiye li dijî DAIŞ’ê di şer de hê zêdetir hewldanan bike. -
Leşkerên Tirk dîsa Ciwanên Rojava kirin hedef
Ciwanê bi navê Elî Xelşîko yê ji Kantona Efrînê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebaran û jiyana xwe ji dest da. -
Rojnamevan Rohat Aktaş jî li Cizîrê birîndar bû
Hate diyarkirin ku di nav 10 kesên ku li malek li Taxa Cûdî ya Cizîrê ya topa tankê lê ket hat birîndarkirin de, Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye. -
Bi sedan kes ji Dîlokê hatîn Nisêbînê
Bi sedan kesên ji Dîlokê bi armanca tevlibûna Meşa Botanê ji Dîlokê derketin rê gihiştin Nisêbînê. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li Dêrikê 10 kes hatin girtin
Li Dêrikê ji 13 kesên di encama serdagirtinên malan de hatibûn binçavkirin ji wan 10 kes hatin girtin. -
Di sala 2. a serketina Kobanê ya dîrokî de berxwedêrên nayên ji bîrkirin
Serketina berxwedana Kobanê ya ku bi tîpên zêrîn cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt, nepêkane ku bi sedan çîrok û pirtûkan re bê vegotin. Di sala 2. a vê serketina dîrokî de çend ji xalên berxwedêriya nayê ji bîrkirin... -
Sarûxan: Di dîrokê de cara yekê ye Kurd bi rêveberiya xweser re xwe bi rê ve dibe
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan got, "Rojava bi xweparastinê re xaka xwe ji çeteyan paqij kir û saziyên xwe ava kir."