Ji bo Cenevre-3 16 partî û rêxistinan daxuyanî dan

16 partî û rêxistinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, têkildarî Cenevre-3 daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de banga "Gelên Sûriyeyê mehkûmî çete û rejîma şovenîst nekin" li hezên navneteweyî hat kirin.

16 partî û rêxistinên siyasî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, girêdayî bûyerên dawî yên di qada Sûriyeyê û lidarxistina Cenevre-3 de, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.

Daxuyaniya partiyan wiha ye:

"Gelên Rojavayê Kurdistanê her di nav dîroka xwe de heya vê kêliyê di hemû pêvajoyan de ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, piranî û ne navendî, qurbaniyên giran dan.

Di pêvajoya şoreşê de jî van gelan li hember hêzên tarî yên DAIŞ, El-Nûsra û hevkarên wan sekinîn û li ber xwe dan. Van di pêvajoya têkoşîna xwe de ji bo yekîtiya niştimanî, nirxên biratiya gelan û îradeya azad a rasteqîn û ji bo avakirina civakek demokratîk û azad her xwedî proje û çareseriyên guncaw bûn.

Weke hêzên siyasî ku nûnertiya gelên xwe dikin, em di vê baweriyê de ne ku bi tevlîbûna Cenevre-3 re ew ê şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi dawî bibin û çareseriya siyasî bikeve dewrê de.

Hin aliyên mîna Tirkiyeyê ku naxwazin çareseriya siyasî ya rasteqîn çêbibe û ajandeyên xwe yên taybet ferz dikin nahêlin ev pêvajo bi rê ve biçe û li pêşiya wê dibin asteng.

Tirkiya di mijara dosyaya Sûriyeyê de her aktorê rola neyînî lîstiye. Wê piştgirî da terorê û dixwaze hêzên şoreşger ên ku gelê Sûriyeyê temsîl dikin mîna MSD’ê û hêza wê ya leşkerî HSD’ê bên dûrxistin.

Em wek hêz û partiyên siyasî bang li hêzên navneteweyî dikin ku çarenûsa gelê Sûriyeyê, radestî rejîma şoven û hêzên terorîst nekin, dawî li desthiladariya rejîmê bînin û sîstemeke nû ya demokratîk, ne navendî û pir alî ava bikin."

Rêxistin û partiyên siyasî yên ku daxuyanî îmze kirin ev in:

Desteya Niştimanî ya Erebî
Yekîtiya Suryanan
Partiya Yekîtiya Demokratîk
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê
Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî
Partiya Kedkarên Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurdî Sûrî
Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê
Partiya Komînîst a Kurdistanî
Partiya Kesk a Kurdistanî
Partiya Çep a Demokratîk Kurdî li Sûriyeyê
Partiya Lîberal a Kurdistanê
Partiya Nûbûn a Kurdistanê
Partiya Guherîna Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Azad
Partî Demokratîk Kurdistan – Sûriya