Hêzên YPS Sûrê ku ev 53 roj in li hemberî êrîşan li ber xwe didin nerazîbûn nîşanî nûçeyên şerê taybet dan û gotin "Dewlet bi hemû rêbazên modern ve bi ser me ve tê. 53 roj in berxwedana xweparastinê ya hêzên YPS'ê bênefes berdewam dike."
Hêzên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ên ku 53 roj in li Sûrê li hemberî dorpêçê li ber xwe didin, der barê berxwedanê de daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniya ku li ser navê Fermandariya Sûr a YPS'ê hate dayîn de rewşa dawî ya Sûrê hate nirxandin.
YPS'ê di daxuyaniyê de balê kişand ser berxwedana ku bênavber tê meşandin û got "53 roj in berxwedana xweparastinê ya hêzên YPS'ê berdewam dike."
YPS'ê destnîşan kir ku dewlet bi hemû hêza xwe ve êrîş dike û wiha berdewam kir: "Li Sûrê YPS û gel 52 roj in li hemberî tank û topan, berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Agahiyên dewletê ku dibêje 'ev asê mane' şaş e. Berxwedana YPS'ê berdewam dike. Her çiqas bi tankan êrîşên hovane bikin jî wê ti carî vîna YPS'ê neşikê."
YPS'ê di daxuyaniyê de her wiha bang li gel kir ku li hemberî êrîşên tevkujiyê rabe ser piyan û bêdengiya heyî bişkîne.