Sarûxan: Di dîrokê de cara yekê ye Kurd bi rêveberiya xweser re xwe bi rê ve dibe

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan got, "Rojava bi xweparastinê re xaka xwe ji çeteyan paqij kir û saziyên xwe ava kir."

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan bal kişand ser tecrûbeya 5 salan a şoreşê û rêveberiya xweseriya demokratîk a 2 salan a Rojavayê Kurdistanê û got, "Rojava bi xweparastinê re xaka xwe ji çeteyan paqij kir û saziyên xwe ava kir."

Sarûxan di salvegera 2. a damezrandina rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cizîrê de, ji ANF'ê re axivî.

Sarûxan got, "rêveberiya me ya xweseriya demokratîk 2 salên xwe qedand û dikeve sala 3'an" û da zanîn ku ev sal saleke ji şerekî gelekî dijwar û serketinên mezin bû.

Sarûxan da xuyakirin, ku li ber ronahiya van serketinan ew dest bi sala 3'an dikin û destnîşan kir, ku gelê Kurd di dîroka xwe de cara yekê ye xwe bi xwe bi rê ve dibe.

Sarûxan got, "Ev yek rewşeke pîroz û watedar e. Wateyeke din a vê rojê heye. Salvegera îlana Komara Kurd a Mahabadê ye, ku 11 mehan dewam kir. Tevî hemû êrîşên giran û dijwar jî, ev 5 sal in em şoreşa Rojava, ev 2 sal in jî em rêveberiya xweseriya demokratîk diparêzin. Û me serdemeke serketî li dû xwe hişt.

Gelê me, bêyî ku pişta xwe bispêre alîkariya kesî, di vê pêvajoyê de ji her alî ve xwe bi xwe bi rê ve bir. Xwe parast, xaka xwe ji çeteyan paqij kir, sazî û dezgehên xwe ava kir û bi sîstema xweseriya demokratîk re bû çavkaniya hêviyê ji gelên din re.

Di demeke ku dijminên Kurdan û dijminên Rojava digotin, 'ev gel nikare xwe bi xwe bi rê ve bibe, her tim divê hinek li ser serê wan be' de nîşan da ku dikare xwe bi rê ve bibe û bi avakirina sîstemeke demokratîk a bi gelên din re hevpar, destnîşan kir ku dikare sîstemek mînakdar biafirîne."

'LI ROJHILATA NAVÎN, SIYASETA HERÎ RAST SIYASETA ROJAVA YE'

Sarûxan diyar kir ku gelên Rojava li qada siyasî jî êdî hat naskirin û got, "Li erdnîgariya Rojhilata Navîn a ji nakokî û şerê dijwar, siyaseta ku hemû gel hembêz kir û jiyaneke aştiyane û demokratîk afirand, siyaseta Rojava ye. Ji Tûnisê cihê destpêkirina bihara gelan heta Sûriyeyê, yekan cihê ku encam jê derket, hevgirtina gelan pêk hat û nirxên demokratîk xurt bûn, Rojava ye. Gava em dibêjin Rojava, mebesta me Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî, Çeçen û hemû gelên din e."

'EM HEMÛ BIRYAR Û PLANSAZIYÊN XWE BI GELÊ XWE RE BI CIH TÎNIN'

Sarûxan anî ziman ku şoreşa Rojava şoreşa gel e û got, "Em hemû biryar û plansaziyên xwe bi civakê re werdigirin û bi cih tînin. Li her qada şoreşê, ji her beşên civakê mirov cih digirin. Lewma ya tê kirin, parastina civakê ye. Gel gelekî bi erênî nêzîk dibe. Ji bo li her qadê bi pêş bikeve, destekeke xurt dide."

Sarûxan destnîşan kir ku di sala 3. de jî ew ê xebatên xwe bi piralî û bi tevlîbûna gel bidomînin.