Ji hêzên gerîla çalakiya sabotajê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku hêzên gerîla li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê didomîne çalakiyek tolhildanê li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  da xuyakirin ku hêzên gerîla li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê didomîne çalakiyek tolhildanê li dar xistine.

HPG’ê êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîr û Silopiyayê bi bîr xist, destnîşan kir ku ev êrîşên wehşî bê bersiv namîne, bi çalakiyan ve wê bersivên bi biryar bê dayîn.

LI HERÊMA BOTANÊ ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên hêzên gerîla li dar xistine ev agahî parve kirin: 

“21’ê Çileyê saet 21.00’an li nêzî gundê Avka Masiya yê li ser rêya Şirnex-Cizîrê hêzên gerîlayên me li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyek sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî bi temamî îmha bû; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

22’ê Çileyê saet 11.00’an helîkopterên Kobra; gundê Xirbikê yê li herêma Besta ya Şirnexê û gelê li mintiqaya Pîro kiriye hedef û lê daye. Di heman demê de li vê herêmê tevgera balafirên şer çêbû.”

ARTÊŞA TIRK LI BAGOKÊ KEMÎNAN DATÎNE

HPG’ê di daxuyaniyê de ragihand ku qereqola Tepê Boluk a li qada Bagok a Mêrdînê ev hefteyek dawiyê li qadên Pirmê û Şemşikê yên girêdayî Nisêbînê kemînan datîne.

LI DIJÎ QADÊN GERÎLA ÊRÎŞ

HPG’ê di daxuyaniyê de têkîldarî êrîşên artêşa Tirk ên li ser qadên gerîla ev agahî dan: 

“22’ê Çileyê saet 09.00-11.00’an qereqola Deştanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê; derdora gundê Sêtkarê û ava Zapê yên li herêma Zapê ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê da ber obus û hewanan. Di heman demê de qereqola Girê; qadên derdora xwe dan ber çekên giran.

22’ê Çileyê saet 19.00-19.30’an  qereqola Elemûn a li xeta sînorê herêma Metîna ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; qûntarê girê Zendûra bi hewanan bomberdûman kir.

22’ê Çileyê saet di navbera 22.00’an û 23’ê Çileyê (îro) 02.00’an de li ser herêma Avaşîn, saet di navbera 21’ê Çileya 08.00’an û 23’ê Çileyê 08.00’an de li ser herêma Heftanînê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 22’ê Çileyê saet 12.00-13.00’an li ser herêmên Xakûrkê û Avaşîn, saet 19.00-19.30’an li ser herêma Metîna, saet 12.30-15.00’an û 17.30-19.00’an li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer çêbû.”