Însiyatîfa Gelê Botanê diyar kir ku dewleta AKP’ê ya faşîst ji duh ve bi tank û topan ketober êrîşê gelê Cizîrê yê bi tarzekî destanî li ber xwe dide kiriye. Însiyatîfa Gelê Botanê ragihand ku vê sibehê qetlîam pêk hatiye, wiha dom kir: “Li cem şehadetan di nav de Hevserokên Meclîsa Gelê Cizîrê, Endamên Meclîsa DBP’ê, Endamên KJA, gelek hevalên me yên xebatên çandê bi birîndariya giran û şehadetê ve rû bi rû mane. Li dijî vê zîhniyeta faşîst qetlîamker di serî de gelê Botanê, gelê me yê li Kurdistanû li her derê cîhanê, mirovahiya demokratîk ji bo ji vê faşîzmê re bêje êdî bes e, divê demildest rabe ser piyan. Eger em li dijî van êrîşanên topyekun li ber xwe nedin, em ranebin ser piyan, bila ev jiyan li me heram be. Em wek gelê Botanê ji niha û şûn de êdî em di raperînê de ne.”
Însiyatîfa Gelê Botanê wiha dewam kir:
“Em bang li tevahî gelê xwe dikin, li derdora gelê Cizîra Botan bibin yek, rabin ser piyan, demildest biherikin Cizîrê, li her qada ku lê ne jiyanê bê dem bisekinînin. Divê êdî gelê me axa mirinê ji ser xwe bavêje, ji bo gelê Cizîrê yê berxwedêr wezîfeya xwe ya rûmet û şerefê bicih bînin, li beranberî hevalên me yên leheng heysiyetên xwe nîşan bidin û rabin serhildanê. Yê dixwaze bi azadî bijî divê li ber xwe bide, yê dixwaze bi koletî bijî jî li malên xwe bijî. Em dibêjin ‘Teslîmiyet dibe îxanetê, pasîfîzm dibe têkçûnê, berxwedan jî dibe serketinê’ û êdî em bê dem di raperînê de ne.”