KCK: Divê dorpêçî were şikandin, êrîşkariya AKP'ê ya li dijî mirovahiyê bê têkbirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Pêwîste gelê me û hemû hêzên demokrasiyê, li her cihê lê ne têkoşîna xwe mezin bikin, vê dorpêçiyê bişikînin û êrîşkariya hikûmeta AKP'ê ya li dijî mirovahiyê têk bibin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê ji niha ve li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê têk çûye û got, "Girîng e gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, bêyî li şerê psîkolojîk ê hikûmeta AKP'ê bialiqin, bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî êrîş û komkujiyên li Cizîr û Sûrê tên kirin, pêwîste li her derê rabin ser piyan. Divê gelê me û hêzên demokrasiyê li her devera lê ne têkoşîna xwe mezin bikin, vê dorpêçiyê bişikînin û êrîşkariya hikûmeta AKP'ê ya li dijî mirovahiyê têk bibin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku ku dewleta Tirk, ji bo polîtîkayên xwe yên qirkirin û komkujiyê yên li dijî jin, zarok, extiyar û tevahiya gelê Kurd veşêre, serî li her rê û rêbazan dide. KCK'ê da xuyakirin, ku piştî qirkirina Dêrsimê şerê herî kirêt ê dîroka Tirkiyeyê niha li Kurdistanê diqewime û got, "Dibêje; ez dewlet im, derfetên min, organên min ên propagandayê hene, ez ê şerê psîkolojîk bimeşînim, şerê xwe yê gemarî veşêrim û guneh jî bixim stûyê gelê Kurd. Çawa ku di qirkirina Dêrsimê de, di êrîşên xwe de gelê Kurd sûcdar kiribû û îdîa kiribû ku ew polîtîkayên komkujiyê ji bo parastina gel dimeşîne, niha jî heman polîtîkayê dimeşîne. Lê belê ji ber ku amûrên şerê psîkolojîk bi taybetî medya di dest de gelek in, hîn bêhtir şerê psîkolojîk dimeşîne û vê yekê bi awayekî qirêj û kirêt dimeşîne."

'TEQÎNA LI DIBISTANA SERETAYÎ YA LI AMEDÊ BÛYEREKE RASTHATÎ NÎNE'

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Tevî ku hemû navgînên çapemenî-weşanê û derfetên dewletê tên bikaranîn jî, cîhan hemû vî şerê kirêt, komkujî û qirkirina ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin, dibîne. Lewma ji bo rûyê xwe yê rastiya wî derketiye holê veşêre, serî li komplo û senaryoyên kirêt dide. Bûyera teqînê ya ku tê gotin li dibistaneke seretayî ya li Amedê pêk hatiye û 3-4 xwendekar birîndar bûne, bi vî rengî hatiye rojevê. Di demeke ku dewleta Tirk nikare komkujiyan veşêre, heyeta CHP'ê çûye herêmê, Alîkarê Serokê DYA hatiye Tirkiyeyê û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû li Ewropayê karê dîplomasiyê dimeşîne de pêkhatine vê teqînê, bûyereke rasthatî nîne. Ev teqîn ji aliyê Gladyoya Qesrê û yekîneyên îstîxbaratê yên li herêmê ve hatiye plankirin. Ji bo rûyê xwe binixumîne û encamên giran ên şer bixe stûyê gelê Kurd ê berxwedêr, bûyereke bi vî rengî pêk aniye.

Di dîroka Tirkiyeyê bi sedan, bi hezaran bûyerên bi vî rengî hene. Wezîrekî Karên Hundir ê Hikûmeta AKP'ê, piştî ku îstifa kir anî ziman ku bûyera şewitandina otobusek li Stenbolê ya ku rê li ber mirina keçeke ciwan vekir, ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatiye kirin. Beriya demeke nêz Musteşarê MÎT'ê di civîneke girîng de ji bo zemînê ji dagirkirina Sûriyeyê re amade bike gotibû ku ew ji nava Sûriyeyê çend fuzeyan biavêje Tirkiyeyê. Gelo ne ev dewlet e ku li Selanîkê bombe avêt mala Ataturk lê çêbû û piştre êrîşî Rûm û Ermeniyan kir? Dewleta Tirk bi taybetî di dema hikûmeta AKP'ê de, ji hemû desthilatdariyên beriya xwe bêhtir serî li van rêbazên kirêt dide."

KCK'ê bibîr xist ku heman piştî bombekirina dibistana seretayî, medya hawiz yekser akademîsyen hedef nîşan daye û wiha dewam kir: "Weke ku tê zanîn, di vê demê de herî zêde daxuyaniya akademîsyenan zor daye hikûmeta AKP'ê. Ji bo bi akademîsyenan gav paş de bide avêtin, zexta psîkolojîk zêde kiriye. Xuya ye ev zexta psîkolojîk têra wan nekiriye û rabûye bombeyek avêtine dibistana seretayî, bi vî rengî xwestiye bi akademîsyenan re paş de gav bide avêtin û Tevgera Azadiyê ya Kurd sûcdar bike. Teqîna li dibistanan seretayî û ev şêweyê kar ê çapemeniyê nîşan dide ku cih gelekî li desthilatdariya AKP'ê teng bûye.

Rûyê rast ê desthilatdariya AKP'ê çiqasî xuya dibe û cih lê teng dibe, AKP hîn bêhtir êrîşkar dibe. Piştî bombekirina dibistana seretayî, xuya ye wê êrîşên xwe zêdetir bike. Diyar e teqîna li hemberî dibistana seretayî bi vê armancê hatiye kirin. Ji xwe ev du roj in êrîşên xwe girantir kiriye. Bi taybetî êrîşên li Cizîrê yên li hemberî sivîlan vê rastiyê nîşan didin."

'AKP ÇIQASÎ HEWL BIDE RÛYÊ XWE YÊ QIRKIRINÊ VEŞÊRE JÎ, EW Ê NIKARIBE RASTIYAN BINIXUMÎNE'

KCK'ê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê çiqasî hewl bide rûyê xwe yê qirkirin û komkujiyê veşêre jî, wê nikaribe rastiyan binixumîne û wiha dewam kir: 

"Tank, top û maşînên zirxî yên gule û bombeyan li bajar, tax û sivîlan dibarînin, nepêkane ku di kîsekî de werin veşartin. Bi belgeyan tespît bûye ku dewleta Tirk bi tank, top û çekên giran re komkujiyan li sivîlan dike."

'DIVÊ GEL BER BI TAXÊN BERXWEDANÊ YÊN CIZÎRÊ VE BIMEŞE, DORPÊÇIYÊ BIŞIKÎNE Û BIRÎNDARAN RAKE'

Hikûmeta AKP'ê ji niha ve li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê têk çûye. Ji xwe hêzeke bi vî rengî nikare ji têkçûna li pêşberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê xwe rizgar bike. Ya ku ji niha û pê ve biqewime wê bibe dîroka têkçûna hikûmeta AKP'ê.

Girîng e gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, bêyî li şerê psîkolojîk ê hikûmeta AKP'ê bialiqin, bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî êrîş û komkujiyên li Cizîr û Sûrê tên kirin, pêwîste li her derê rabin ser piyan. Niha li Cizîrê ji ber êrîşa bi tank û topan gelek sivîl bi giranî birîndar bûne. Divê gelê li Cizîrê bimeşe taxên berxwedanê, dorpêçiyê bişikîne û birîndaran rake.

Divê gelê me û hêzên demokrasiyê li her devera lê ne têkoşîna xwe mezin bikin, vê dorpêçiyê bişikînin û êrîşkariya hikûmeta AKP'ê ya li dijî mirovahiyê têk bibin."