'Kurdistaniyên li Derya Egeyê jiyana xwe ji dest dan bûn qurbanên nelirêtî û krîzê'
Tevgera Azadî, der barê 70 welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên li Derya Egeyê xeliqîn de daxuyaniyek weşand.
Tevgera Azadî, der barê 70 welatiyên ji Başûrê Kurdistanê yên li Derya Egeyê xeliqîn de daxuyaniyek weşand.
Rêveberiya Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê ya herêma Raperîn der barê koçberên Herêma Kurdistanê yên di Derya Egeyê de jiyana xwe ji dest da ne de, daxuyaniyekî nivîskî weşand.
Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest da ne re xwest û xemginiya xwe anîn ziman. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku koçberbûna ber bi welatiyên biyanî ve nexilasî ye û divê xwedî li her kesî bê derketin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di şeva 22'ê Çileyê de, jin û zarok jî di nav de bi dehan welatiyên nîştecihên Pîştder, Bîswên û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê ji ber sedemê koçberbûna ber bi Ewropa ve di derya Egeyê de, ji ber binavbûna keştiyê jiyana xwe ji dest dan. Ev welatî bûn qûrbanê jiyana zehmet, krîza aborî, siyasî û civakî yên ku ji aliyê desthiladariya gendel ve ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê hatiye afirandin."
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ev çendîn carin welatiyên Herêma Kurdistanê li ser rêya koçberbûnê rastî karesatên wiha tên û wiha tê gotin: "Li ser rêya koçberbûnê heya niha bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li hember vê rewşê her ku diçe desthiladariya heye, bê berpirsyartî tevger digere û tişta pêwîste nake. Ji bo ev rewş bê derbas kirin divê em hemû bi berpirsyartî tevger bikin û li cihê li bendê mayîna desthilariyê û koçberkirinê, divê em dest bidin hev û xwedî li hev derkevin. Divê em lihev Kom bibin û ji bo pêşeroja xwe biryarê bidin. Ji bo ku careke din gelê we rastî bûyerên wiha neyên."
Di şeva 22'ê Çile de li Derya Egeyê keştiyek bin av bû û di keştiyê de herî kêm 40 welatiyên ji Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên jiyana ji dest dane 18 ji Ranya ne, 13 ji Qeledizê û 9 jî ji Pîremegrun in. Piraniya wan jin û zarokin. Tê payîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin, ji ber ku agahî ji hin kesan nayê girtin.