Pêşendana li Essenê diyarî berxwedana xwerêveberiyê hat kirin

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Enstîtuya Kurdên Elmanya, li bajarê Essenê bi mijara Kurdistanê pêşendanek wêne li dar xistin.

Aktîvîteya li Zanîngeha Essenê, diyarî berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê û berxwedêrên jiyana xwe ji dest dane hat kirin. 

Hevserokên Enstîtuyê Hacîre Genç, Fevzî Ozmen, ji YXK’ê Dûygû Aydin û Esra di axaftinên xwe yên aktîvîteyê de behsa girîngiya ziman, çand û hunerê kirin.
Wênesaza Kurd Hatîce Karaaslan û hunermend Şefafettîn Başyûrt jî têkîldarî naveroka xebatên xwe agahî parve kirin.

Di dawiya aktîvîteyê de Ozlem, Hacîre, Serhat , koma muzîkê ya Mexsût derketin dikê. Ji organîzetoran Îlyas Isen û Aysel Avesta Aydin, gotin armanca wan berê ciwanan ê hunerî bidin Kurdistanê ye.

‘DIVÊ LI HER QADÊ DENG BÊ DERXISTIN’

Aydin û Isen wiha gotin: “Li Kurdistanê êrîşên derveyî mirovahiyê hene; qetlîam hene. Hem bi çalakiyan hem jî bi aktîvîteyan em nikarin li hember vê bêdeng bimînin. Divê em bi aktîvîteyên Hunerî û çalakiyê dengê xwe ragihînin.”

...