Ji bo Fermandarê YBŞ'ê Tolhildan merasîmeke bi heybet

Fermandarê YBŞ'ê Berxwedan Tolhildan, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û banga xurtkirina piştgiriyê hat kirin.

Damezrînerê YBŞ'ê û fermandarê destpêkê yê leşkerî Berxwedan Tolhildan ê di 23'ê Çileya 2015'an de di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de li ser navê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengal û li ser navê Yekîneyên Parastina Jinê Raperîn Engîzek tevî bi sedan şervanên YBŞ'ê amade bûn.

Mazlûm Şengal li vir peyivî û got, "Hevrê berxwedan li dijî dagirkeriyê bi lehengî li hemberî çeteyan şer kir û şehîd ket. Hevrêyê me Berxwedan Tolhildan li hemberî dagirkeriya çeteyan, bi ruhekî mezin ê fedaî berxwedan bi rêxistin kir û têkoşîn da meşandin." Şengal da xuyakrin, ku di avakirina YBŞ'ê, meşandina berxwedanê û azadkirina Şengalê de Tolhildan xwedî kedeke mezin e.

'BERXWEDAN DI NAVA YBŞÊ DE VEGUHERÎ XETEKÊ'

Şengal axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Dema çeteyan êrîşî Şengalê kirin, weke YBŞ bi pêşengiya hevalê Berxwedan berxwedanek hat birêxistinkirin. Hevrê Berxwedan bi hêz û îlhama ji Rêber Apo wergirtî re, hem YBŞ bi rêxistin kir, hem di nav de cih girt, hem jî berxwedan mezin kir. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê bîrdozî, rêxistinî û felsefîk ve YBŞ gihand ser xetekê. Bi hevrêtî, jiyan û biryardariya xwe ya têkoşînê re hevrê Berxwedan bi awayekî fedaî canê xwe fedayê gelê xwe kir."

'DIVÊ ŞENGAL Û KURD HEMÛ LI CEM GELÊ BAKUR BIN'

Şengal bêdengiya mirovahiyê ya li hemberî komkujiyên li dijî Êzidî û tevahiya gelê Kurd rexne kir û da zanîn ku ji ber zext li dewleta Tirk a destekê dide çeteyên DAIŞ'ê nayê kirin, niha li Bakurê Kurdistanê li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê dewleta Tirk komkujiyan dike. Şengal got, "Çawa ku  dema Şengal rastî êrîşa çeteyan hat Bakruê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê li cem Şengalê cih girt, divê niha jî Kurdistan hemû û gelê Şengalê li cem gelê Bakurê Kurdistanê cih bigire." Şengal di daxuyaniya axaftina xwe de berxwedana xwerêveberiyê silav kir.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

...