YDG-H: Êrîşa li dijî dibistana li Amedê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye kirin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ti eleqeya yekîneyên berxwedanê bi vê êrîşê re nîne û hat destnîşankirin, ku hêzên rejîmê bombe avêtine.

Tevgera Ciwanên Şoreşger Welatparêz (YDG-H), der barê êrîşa bombeyî ya li hemberî dibistanek li navçeya Amed Baglarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ti eleqeya yekîneyên berxwedanê bi vê êrîşê re nîne û hat destnîşankirin, ku hêzên rejîmê bombe avêtine.

YDG-H da zanîn, ku berxwedana li dijî êrîşên tinekirinê ya li Sûr, Cizîr û Silopiyayê êdî gihaştiye radeyeke ti carî neyê şikandin. YDG-H li ser êrîşa bombeyî ya li dijî dibistaneke li navçeya Amed Baglarê ev daxuyanî da:

BANGA LI CIWANAN

"Çeteyên rejîma faşîst ên cih li wan teng bûne, nizanin wê çi bikin û bi awayekî bêperwa êrîşî gel dikin, bi bombeya avêtin hewşa dibistaneke li navçeya Amed Baglarê re hewldanên xwe yên provokatîf didomînin. Em dixwazin ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re ragihînin ku ti eleqeya yekîneyên me yên berxwedanê bi vê bûyerê re nîne.

Çeteyên rejîma AKP'ê ya faşîst êdî dest datînin ser otel, nexweşxane, dibistan û malên sivîlan û ji xwe re dikin biryargeh. Ev yek bi awayekî vekirî tê wateya binpêkirina hiqûqa şer. Li hemberî van çeteyên ku cihên sivîlan û cemaweriyê ji bo xwe weke mertal bi kar tînin, divê rêxistinên civakî yên sivîl hîn bêhtir dengê xwe bilind bikin, li dijî çeteyên dewletê yên ku qetilkirina sivîlan û mirovên bêparastin ji xwe re kirine kar, girîng e saziyên navneteweyî bikevin nava tevgerê. Di serî de ciwanên welatparêz ên li metropolan dijîn, divê hemû ciwanên welatparêz û sosyalîst mîna piştgiriya bi Kobanê re, cihê xwe di nava berxwedana li Kurdistanê de jî bigirin, berxwedana li dijî faşîzma AKP'ê pêl bi pêl li tevahiya bajarên Kurdistanê belav bikin."