Ji ber topbarana bê navber birîndar nikarin bên wergirtin

Li Cizîrê 10 kesên di encama topa li malê ket birîndar bûn, ji ber topbarana bê navber a li ser herêmê nikarin rakin nexweşxaneyê.

Li Cizîrê êrîşên qirkirinê yên li hember xwerêveberiya gel di roja 41. de didome, danê sibehê di topbarana tankan a zêde ya li ser Taxa Cûdî de topek li maleke ku tevî Hevserokên Meclîsa Gelê Cizîrê 15 kes tê de bûn, 1 ji wan giran 10 kesên birîndar hê ranekirine nexweşxaneyê. Ji birîndaran ku di nav de Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye, rewşa tenduristiya Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel cîdîbûna xwe diparêze, li ser herêma birîndar lê ne, topbarana tankan û gulebarana ji wesayîtên zirxî bê navber didomin. Ji ber êrîşan ambûlans nikarin bikevin kolanan, ji bo wergirtina birîndaran Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz hewl da bi rayedarên emniyetê re baxive, lê bê bersiv ma. 

Birîndar ji bo rakina nexweşxaneyê bendewar in, lê dewlet jî ji bo karibe ser mijarê binuxumîne bi nûçeyên derew, medyaya ji bo xwe kiriye mîkrofon bikar tîne. Dema 10 birîndar li benda ambûlansê bûn, DHA ‘nûçeyek’ bê çavkanî ya bi sernivîsa, “PKK’ê talîmata li sivîlên diçin nexweşxaneyê guleyan bireşînin da’  weşand, ket nav hewldanên qilif avakirina ji bo mirina birîndaran.

Tevî rojên bihurî qeydên kamerayan derket ku hêzên dewletê guleyan li ser gelê diçe alikariya birîndaran direşîne jî, DHA xwe avêtiye îdîaya ku axaftinên bêtêlê ya 22’ê Çileyê qaşo PKK’yiyan kiriye, hewl dide bi manşetan operasyonên nêrînê pêk bîne.

Li gor teşeya ‘nûçeya’ hat serwîskirin,  qaşo PKK’yiyek dibêje, “Hevalno li aliyê Gare tam li nava cadeyê tenê wesayîtek sewqiyatê maye, dema sivîl jê daketin demildest lê bidin! Ecele nekin, dema daketin lê bidin! Bila bimirin”