Li navçeya Şirnex Cizîrê ku berxwedan di roja 41. de ye, hêzên dewleta Tirk bi tank û topan ji duh bi şev û vir ve bombeyan li taxên Cûdî û Sûrê dibarînin. Yek ji topên hêzên dewletê li maleke ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê jî di nav de 15 kes lê bûn. Di êrîşê de herî kêm 10 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ên birîndar, giran e. Ji ber bomberdûmana giran, gel nikare nexweşxan rake nexweşxaneyê.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li mala rastî êrîşê hatiye, da zanîn ku mala ew lê ne bi zanebûn ji aliyê hêzên dewletê ve hedef hatiye girtin, hêzên dewletê xwestine komkujiyê bikin.
Tûnç diyar kir ku birîndarên rewşa wan giran e hene û anî ziman ku êrîşên topbaranê yên li hemberî mala ew lê ne dewam dikin. Tûnç got, "Em li jêrzemînê ne. Hînê bomberdûman tê kirin. Em bang li mirovahiyê dikin. Pêwîste gelê Cizîrê bimeşe taxê û birîndaran rake. Divê her kes vî dengî bibîze."