Rojnamevan Rohat Aktaş jî li Cizîrê birîndar bû
Hate diyarkirin ku di nav 10 kesên ku li malek li Taxa Cûdî ya Cizîrê ya topa tankê lê ket hat birîndarkirin de, Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye.
Hate diyarkirin ku di nav 10 kesên ku li malek li Taxa Cûdî ya Cizîrê ya topa tankê lê ket hat birîndarkirin de, Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî heye.
Vê sibehê di encama topek tankê li maleke ku 15 kes tevî Hevserokên Meclîsa Gelê Cizîrê jî tê de bûn, li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ket, herî kêm 10 kes birîndar bibû. Di nav birîndaran de Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê li bajar ev demek dirêj e nûçeyan dişopîne jî heye.
Hate diyarkirin ku ji birîndaran Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel rewşa wî ya tenduristiyê giran e, ji ber bomberdûmana zêde birîndaran nikarin rakin nexweşxaneyê.
Rohat, rojnamevanê 2. e ku li navçeyê ji ber terora dewletê birîndar dibe. Duh kameramanê ÎMC TV Refîk Tekîn jî li taxa Cûdiyê dema nûçe dişopand hatibû birîndarkirin.
Navên kesên di êrîşê de birîndar bûne wiha ne: Rohat Aktaş, Sercan Uğur, Murat Aslan, Muharrem Erbek, Azad Yilmaz, Abdullah Zîleyaz, Ferîde Aslan, Îslam Kalkan, Mehmet Yavuzel, Faîk Ozkan.