Di sala 2. a serketina Kobanê ya dîrokî de berxwedêrên nayên ji bîrkirin
Serketina berxwedana Kobanê ya ku bi tîpên zêrîn cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt, nepêkane ku bi sedan çîrok û pirtûkan re bê vegotin. Di sala 2. a vê serketina dîrokî de çend ji xalên berxwedêriya nayê ji bîrkirin...
FERHAT ARSLAN
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 23 rêbendanê 2016, 09:24
Serketina berxwedana Kobanê ya ku bi tîpên zêrîn cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt, nepêkane ku bi sedan çîrok û pirtûkan re bê vegotin. Di sala 2. a vê serketina dîrokî de çend ji xalên berxwedêriya nayê ji bîrkirin... Piştî ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de êrîşî Kobanê kirin, di encama berxwedaneke destanî ya 4 mehan de, serketineke dîrokî bi dest ket. Tevî hemû tank, top û her şêwe çekên giran jî ciwanên Kurd û berxwedêrên enternasyonal, bi berxwedana destanî ya YPG/YPJ'ê re di 26'ê Çileya 2015'an de êrîşa komkujî û dagirkeriyê şikandin. Li pêş çavên tevahiya cîhanê bi tîpên zêrîn destana Kobanê hat nivîsandin. Serketina Kobanê bû bihara gelan.
Di vê destana dîrokî de, çend ji berxwedêrên leheng ên tevlî karwanê nemiran bûn bi vî rengî ne...
*Di 14'ê Îlona 2015'an de dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê ku mîna ewrekî reş xwe berdabû ser jiyan û baweriya gelan, bi desteka AKP'ê re ji 3 baskan ve dest bi êrîşên ji bo komkujî û dagirkirina Kobanê kirin. Gelê Bakur ê li hemberî êrîşan seferber bû, herikî ser sînorê çêkirî yê di navbera Kobanê û Pirsûsê de. Bi sed hezaran mirovan bi carekê ve berê xwe dan Kobanê. AKP û dewleta Tirk ên destketiyên gelê Kurd ên li Rojava hezm nekirin, çûyîna Pirsûsê qedexe kirin. Qîma xwe bi vê jî neanî û ji aliyê din ê sînor ve DAIŞ derbasî bin xetê dikir. Bi deh hezaran mirovên li ser sînor nobed girtin, rastî êrîşa tund a leşker û polîsan hatin. Lê belê ji wan nehat ku sekna bi biryar a gel û piştgiriya bi gelê Kobanê re bişikînin.
*Li aliyê Kobanê yê sînor, wehşeta DAIŞ'ê hebû. Di çarçoveya 'polîtîkaya tirsandinê' ya beriya dagirkirinê de çeteyan li gundên derdora Kobanê dest bi hovîtiyê kirin, sivîlên li gundên Kurdan înfaz kirin. Kobaniyên gundê wan hat valakirin, berê xwe da navenda bajêr. Piştî ku êrîş dijwar bûn, Kobanêyî neçar man qadên xwe yên jiyanê biterikînin û derbasî aliyê Pirsûsê bibin.
*Li dijî her şêwe komkujî û dorpêçiyê, biryara dîrokî ya YPG û YPJ'ê ya berxwedanê, mora xwe li dîrokê da. Soza berxwedana li dijî dagirkeriya Kobanê jî, ji fedaiyên Serzorî hat. Vê sozê moral û hêz da hemû şervanan. Ji bêtêlên şervanên YPG û YPJ'ê êdî ev deng dihat bihîstin: 'Em lêborîna xwe ji Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe dixwazin. Bi binpêkirina rêziknameya YPG'ê re me biryar dan ku paşve gav neavêjin û heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin." Soza berxwedanê û biryara venekişînê bû soza serketina Kobanê ya li dijî her şêwe êrîşên hovane.
*Komên YPG û YPJ'ê tevî ku derfetên xwe vekişandin û rizgarkirinê hebû jî, çeperên xwe neterikandin û bi vê berxwedana xwe re dîrok ji nû ve nivîsandin. Di berxwedana rojek û şevekê de 11 şervanên YPG/YPJ'ê gihaştin şehadetê. Di vê berxwedanê de 75 çete hatin kuştin. Ev yek, bi gotina şervanê YPG'ê Peyman a di bêtêlê de hat bihîstin 'şoreşger bi rûkenî ber bi mirinê ve diçin' li hiş û mejiyê mirovan neqişî.
*Piştî berxwedna Serzorî, tevî şervanên YPG û YPJ'ê nêrîneke bi tenê di hişê gel de hebû. Ew jî; eger çete xwe bigihînin Kobanê jî em ê nehêlin ew bijîn, bû. Berxwedana Serzorî ku di berxwedana Kobanê de gelek caran tê bilêvkirin, di azadiya Kobanê re roleke girîng lîst.
*Bi hezaran kesên herikîn ser sînor, tevî hemû êrîş û astengiyên dewleta Tirk jî li ser sînor nobed girt. Bi sedan kes, bi biryara seferberiyê re tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûn.
*Fermandarê Eniya Rojhilat ê YPG'ê Mehmet Emîn Erkendî, ku li hemberî tank û topên çeteyên DAIŞ'ê taktîkên balkêş ên leşkerî diafirand, gundê Helînce yê ku deriyê Kobanê ye, neterikand. Fermandarê efsanewî Mehmet Emîn Erkendî, ku di dema şer de lûleya tivinga wî heliya, tevî ku birîndar bû jî bi rêya bêtêle ev mesaj dida cîhanê: Ey cîhan di dîroka kîjan şoreşa cîhanê de şoreşgerek, heta ku lûleya tivinga wî bihele li ber xwe daye. Heta ku panzerên çeteyên DAIŞ'ê di ser bedena min de derbas nebin, wê nikaribin xwe bigihînin Kobanê." Erkendî ev gotinên xwe yek bi yek bi cih anî û heta nefesa xwe ya dawî li çepera xwe li ber xwe da.
*Piştî Mehmet Emîn Erkendî, Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrxan li Girê Miştenûrê, bi ruhê fedaî yê li dijî çeteyên tecawizkar ên DAIŞ'ê û li dijî xiyanetê, xwe berda nava çeteyan û di nava wan de xwe teqand. Mîrxan bala hemû cîhanê kişand ser berxwedana Kobanê. Arîn Mîrxan a ku digot, 'teslîmiye xiyanet e', bi berxwedana xwe ya mezin a di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de, navê xwe ewçend bi xurtî neqişand, ku wê ti carî neyê ji bîrkirin.
*Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniya 'Kobanê li ber têkçûnê ye' da, di 6'ê Cotmehê de gel li hemû bajar, navçe, bajarok û gundên Bakurê Kurdistanê rabû ser piyan û xwedî li Kobanê derket. Serhildanên ku di 6'ê Cotmehê de destpê kir, li metropolên Tirkiyeyê jî belav bûn û heta 10'ê Cotmehê dewam kirin. Piştre li hemû bajarên Kurdistanê jiyan ji bo Kobanê sekinî.
*Çeteyên DAIŞ'ê, bi destekeke xurt a endam û çekan re li Kobanê şerekî mezin ê psîkolojîk meşand. Fermandara YPG'ê Meryem Kobanê bi gotina, 'Ez ji deriyê xiyanetê derbas nabim' berxwedan gihand asteke nû. Meryem Kobanê, kêliya astengkirina mirovên di deriyê sînor re direviyan bi vî rengî vegot: 'Dema çeteyên DAIŞ'ê ketin hundirê navenda Kobanê, ez li eniya başûr bûm. Hingî çend ji mirovên bêbiryar derketibûn holê. Li ser vê yekê ez çûm ber deriyê sînor û tiştê ku min dît, rewşeke nayê vegotin e. Hin ji sivîlên tevlî şer bûbûn, çeka xwe danîbûn û diçûn. Leşkerên Tirk ên li aliyê din ê sînor jî anonsa 'Hûnê hemû bimirin, de werin, deriyê sînor vekiriye' dikirin.
*Ev gotinên Meryem Kobanê weke kurtberiya berxwedanê bû; 'Jina di wî derî re derbas bibe, wê bibe jina ku koledarî qebûl kiriye. Hingî berxwedana Serzorî hat bîra min û bi hêrseke mezin min got, 'ti kes nikare min ji deriyê xiyanetê derbas bike'. Min ev dît; xiyanet wê têk biçe û berxwedan wê bi serketinê re tacîdar bibe. Eger Kobanê têk biçûya wê dilê Kurdistanê têk çûbûya. Piştî vê berxwedana destanî, ji bilî xeta şehîdan, her tiştên din bêwate bûn. Ev gotina Rêberê me ye; 'Li cihê herî zêde têkçûn heye, berxwedan destpê dike'. Di şexsê keçên Kobanê de me ji berxwedana mezin a jinê re şahidî kir."
*Di berxwedana Kobanê de, Fermandarê YPG'ê Dilgeş ê ku weke 'Îskenderê Sedsala 21'an' dihat binavkirin, bi ruhê 'fetih' ê li çeperên şer, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê paşve gav neavêt û tevî emrê xwe yê ciwan jî mora xwe danî binê serketinên mezin û di serketina Kobanê be tevlî karwanê nemiran bû. Fermandara YPJ'ê Gulan Batman a li heman çeperê jî, tevî ku gelek caran birîndar bû, çepera xwe neterikand û ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, red kir ku tedawî bibe. Hînê birîna wê ya berê rehet nebûbû, cara duyemîn bi giranî birîndar bû, tevlî karwanê şehîdan bû. Diyar ê YPG'yî digot, 'Ji bo DAIŞ nekeve Kobanê em ê cîhanê bikin dojek'. Fermandarê YPG'ê Êrîş bi kalaşnîkova xwe re bi ser tankên DAIŞ'ê de çû û li gelek çeperan bû bîrdariya wêrekiyê. Fermandarê YPG'ê yê ku çavekî wî birîndar bû digot, "Heta çavê min ê din bibîne, em ê bi gavekê jî ji eçperên şer vegerin."
*6 şervanên YPG û YPJ'ê ên li avahiyeke bilind a li navenda Kobanê bi cih bûn û 3 mehan li vê derê li ber xwe dan, piştî ku êrîşên çeteyan hatin şikandin, navê 'Kela Dimdimê' li vir kirin. Di berxwedana li vir de 4 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan, fermandara YPJ'ê Sorxwîn Zagros û şervanê YPG'ê Erdal Garzan ên bi saxî rizgar bûn, bi parçeyên şarapnelê yên di bedena xwe de, berxwedana xwe di asteke bilindtir de dewam kirin. Piştre Erdal Garzan ê YPG'yî di pêvajoya berxwedana li çeperan de li ser sînorê Şêxler Cerablosê tevlî karwanê nemiran bû.
*Kobanê di berxwedana bêhempa û bênavbera a 4 mehan de bû cih û warê lehengên nemir. Di rojên destpêkê yên meha Çileyê de, bi 'pêngava şoreşgerî' ya li hember Kaniya Kurdan re çeteyên DAŞ'ê hatin têkbirin. Şervanên YPG/YPJ'ê li ber tilîliyên şervanên jin bi ser DAIŞ'ê de meşiyan û di 26'ê Çileyê de hevrêyên Arîn Mîrxan ala azadiyê li ser Girê Miştenûrê li ba kirin. Di 26'ê Çileyê roja ragihandina serketina Kobanê de li tevahiya cîhanê pîrozbahî hatin lidarxistin.
*Fermandara YPJ'ê Amara ya ji Rojhilatê Kurdistanê, ku şahidî ji bi sedan hevalên xwe re kir û di 'Pêngava Paqijkirinê' de tevlî karwanê nemiran bû, bi van gotinan re ast û nirxê berxwedana Kobanê radixist pêş çavan: "Dibe ku Kobanê ji aliyê cografîk ve cihekî gelekî bedew neyê dîtin. Dibe ku hin kes rabin bêjin, 'gelo ev der hêja bû ku di oxira wê de ewqas mirovên wêrek jiyana xwe ji dest bidin?'. Lê belê tevahiya cîhanê ruhê fedaî yê Apoyî û biryardariya jiyana azad di berxwedana Kobanê de bi çavên xwe dît. Kurd wê vê mîrateya berxwedanê ti carî ji bîr nekin. Êdî her kesî fêm kir ku ti wateya jiyana Kurdê serî tewandiye, nîne."