Leşkerên Tirk dîsa Ciwanên Rojava kirin hedef

Ciwanê bi navê Elî Xelşîko yê ji Kantona Efrînê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebaran û jiyana xwe ji dest da.

Elî Xelşîko (20) ji gundê Sorikê yê navçeya Raco ye. Elî dema ku dixwest sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de derbas bike, rastî gulebarana leşkerên Tirk hat. Di encama gulebaranê de Elî jiyana xwe ji dest da.

Elî ji aliyê zikê xwe yê rastê ve birîndar bû û ji wir guleyê xwe berda kezeb û mîda wî. Ji bo dermankirinê, ew rakirin nexweşxaneya Avrîn ya bajarê Efrîn. Lê ji ber ku birîna wî giran bûn, jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Karê Hundir ya Kantona Efrînê beriya niha ji bo welatiyên Kantona Efrînê ev agahî dabû” Ji bo rewşa ewlehiyê bila tu kes sînor derbas neke.”