Serokwezîrê Iraqê: Tirkiye li Sûriye û Iraqê Kurdan bomberdûman dike

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî got, “Li şûna Enqere bi Kurdan şer dike divê li dijî DAIŞ’ê şer bike” û da xuyakirin ku divê Tirkiye li dijî DAIŞ’ê di şer de hê zêdetir hewldanan bike.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî di roportajek li bajarê Davos ê Swîsreyê de diyar kir ku Tirkiye li dijî DAIŞ’ê şer nake, wiha axivî: “Tirkiye îdîa dike ku li dijî DAIŞ’ê şer dike. Lê ti belge û delîlên vê piştrast dikin tinene.”

Ebadî di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan, wiha got: “Tirkiye li Sûriye û Iraqê Kurdan bomberdûman dike. Lê, divê Tirkiye vê baş bizane, ji êrîş û teqînên li Tirkiyeyê DAIŞ berpirs e û divê Tirkiye vê tehdîda DAIŞ’ê li ber çav bigire, li gor vê hê zêdetir cîdî bigire dest.”

Haydar Ebadî got pêwîst e Tirkiye hêzên xwe ji ser axa Iraqê bikşîne, wiha dom kir: “Tirkiye dixwaze Împeratortiya Osmaniyan li herêmê zindî bike. Lê ev nayê qebûlkirin. Divê Tirkiye ji ser axa Iraqê hêzên xwe vekşîne. Li şûna Enqere bi Kurdan şer dike divê li dijî DAIŞ’ê şer bike. Divê Tirkiye vê baş bizane, tehdîda herî mezin a li hember Tirkiye DAIŞ e.”