Operasyonên qirkirina siyasî: Li Dêrikê 10 kes hatin girtin
Li Dêrikê ji 13 kesên di encama serdagirtinên malan de hatibûn binçavkirin ji wan 10 kes hatin girtin.
Li Dêrikê ji 13 kesên di encama serdagirtinên malan de hatibûn binçavkirin ji wan 10 kes hatin girtin.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê di encama sedagirtinên malan de di 19'ê Çileyê de 13 kes hatibûn binçavkirin. Kesên Serokê Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê Rojîn Durmaz, rêveberên navçeyê Ersîn Bedîrhanoglu û Sûdan Erol, endamên Meclisa Şaredariyê Mahmut Aktaş û Tahîr Adal, xebatkarên şaredariyê Salîh Aydin û Vezîr Yaşar, welatiyên bi navên Sabrî Komurcu, Ozlem Bahçecî û M. Alî Bahçecî piştî binçavkirina 4 rojan derxistin edliyeyê. Welatiyê li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin bi hinceta, "Endamtiya rêxistinê" ji bo girtinê şandin 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê. Dadgehê 3 welatî serbest berdan û 10 kes jî bi heman îdîayê girtin.
Piştî êrîşên komkujiyê yên 8 rojan li navçeyê heta niha di operasyonên siyasî de 27 kes hatine girtin.