Li Sûrê 2 teqînên dijwar rû dan

Li Sûrê 2 teqînên dijwar rû dan. Hat ragihandin, ku leşker ber bi herêmê ve hatin veguhastin.

Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên danê vê sibeyê destpê kirin, bi dijwarî didomin. Ji danê sibehê û pê ve li derdora Minareya Çarling a li Taxa Savaşê 2 teqînên mezin rû dan. Ji herêmê dûxan bilind dbe. Ambûlans ketin nava taxên hatine dorpêçkirin. Piştî ku ambûlans ji herêmê derketin, gelek leşker sewqî herêmê hatin kirin.

Hş taxên hatine dorpêçkirin dengê çek û teqînan tê.