Bi sedan kes ji Dîlokê hatîn Nisêbînê
Bi sedan kesên ji Dîlokê bi armanca tevlibûna Meşa Botanê ji Dîlokê derketin rê gihiştin Nisêbînê.
Bi sedan kesên ji Dîlokê bi armanca tevlibûna Meşa Botanê ji Dîlokê derketin rê gihiştin Nisêbînê.
Meşa Botanê ya li ser banga DBP'ê hatibû lidarxistin li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berdewam dike. Sekna bi hezaran kesên duh ji Riha, Mûş, Wan, Bedlîs, Erzirom û Colemêrgê hatin li taxa Girêmîra ya Nisêbînê didome. Îro jî bi sedan kesên ji Dîlokê bi armanca tevlêbûna meşê hatin, gihiştin navçeya Nisêbîna Mêrdînê.
Sekna welatiyan a li Girê Mîran didome.