Bi hezaran kes ber bi Cizîrê ve dimeşin
Piştî ku danê vê sibehê di topbaranê de 10 kes li Cizîrê birîndar bûn, gelê li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê disekinî, berê xwe da Cizîrê û dest bi meşê kir.

Bi hezaran meşvanên Botanê ku li ser banga DBP'ê li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê li hev kom bûn, piştî ku di topbaran îro ya li Cizîrê de Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel jî di nav de herî kêm 10 sivîl birîndar bûn, ketin nava tevgerê.
Ji ber ku hêzên dewletê nahêlin gel sivîlan rake nexweşxaneyê û êrîşên xwe yên li hemberî vê mala birîndar tê de ne didomînin, Meşvanên Botanê bi lez û bez dest bi meşa ber bi Cizîrê ve kir.