Esnafên Silopiyayê: Em ê li ber vê hovîtiyê serî netewînin

Silopiyayiyan gotin, "Her tişt hilweşandin. Li hin deveran dest danîn ser mal û milkên gel. Lê çi dibe bila bibe em ê li ber vê hovîtiyê serî netewînin."

Hêzên dewleta Tirk ku 37 rojan cihên sivîlan xera kirin, li herêmên şer lê nebûn jî kargeh û xaniyên welatiyan hilweşandin, şewitandin. Şêniyên Silopiyayê dan xuyakirin ku dewlet dixwaze temamiya navçeyê vala bike û got, "Ji bo vê her tişt xera kirin. Li hin deveran dest danîn ser mal û milkên gel. Lê çi dibe bila bibe em ê li ber vê hovîtiyê serî netewînin."

Hêzên dewleta Tirk ên li gelek cihan dest danîn ser mal û milkên gel, li navenda sûkê, tevî ku di navbera wan û hêzên YPS'ê de şer neqewimî jî, gelek kargeh û xaniyên welatiyan xera kirin.

'BERXWEDANEKE MEZIN HAT NÎŞANDAN'

Hecî Ozer got, "Gelê Silopiyayê, li dijî êrîşên hovane yên dewletê berxwedaneke mezin nîşan dan" û anî ziman ku ya li hemberî gelê Kurd tê kirin, helwesteke li derveyî exlaqê ye. Ozer da zanîn ku bûyerên li Sûr, Cizîr û Silopiyayê diqewimin, li ti devera cîhanê nehatiye dîtin û destnîşan kir, ku cihê vê di Îslamê de jî nîne.

'KARGEHA ME HILWEŞANDIN'

Ozer bibîr xist, ku qetilkirina jinên ducanî, qetilkirina zarokan û îşkenceya li cenazeyan cihê xwe di ti hiqûqa şer de nîne û got, "Cihên şer lê nîne jî şewitandin, hilweşandin. Mesela li navenda sûkê heta niha şer neqewimiye. Lê dîsa jî êrîşî kargehên me kirin. Cam şikandin, eşya tine kirin. Kirin ku kargehên me nema bên bikaranîn. Ev yek polîtîkaya wan a li dijî Kurdan radixe pêş çavan. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin."

'YÊN VÊ ZILMÊ DIKIN, WÊ WINDA BIKIN'

Ozer da zanîn ku dewlet dixwaze gel bi tmamî koçber bike û anî ziman ku kolanên Silopiyayê dişibin Kobanê. Ozer got, "Yên ji wan heye ku bi vî rengî wê çareseriyê pêk bîne, ew ê winda bikin." Ozer destnîşan kir ku tevî her şêwe êrîşan jî gelê Silopiyayê li ser piyan e.

'EV WEHŞET LI TI CIHÎ NÎNE'

Hasan Bozdag ê ku cihê wî yê kar li navenda sûkê ye, da xuyakirin ku her çend li cihê kargeha wî lê ye şer nîne jî, cihê wî yê kar ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye hilweşandin. Bozdag diyar kir ku ev wehşetê li ti cihî nehatiye dîtin û anî ziman ku ew niha ji hovîtiyeke mezin re şahidiyê dikin.

'LI DIJÎ VÎ ŞERÊ BÊ EXLAQ DERKEVIN'

Bozdag da xukyakirin ku ev pêkanîn bi zanebûn tên kirin û ragihand, ku ew ê Silopiyayê neterikîn. Bozdag diyar kir ku ew ê xwedî li navçeya xwe derkevin û bang li raya giştî kir ku li dijî vî şerê bê exlaq derkeve.