Armanca tecrîd û êrîşan bi ser xistina komployê ye
Berdevkê Komîteya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Qadir got, "Azadiya Kurdan bi azadiya Ocalan re dibe." Qadir bang li Kurdan kir, ku her cihê lê ne veguherînin qadên têkoşîna ji bo azadiya Ocalan.
HALÎT ERMÎŞ
HEWLÊR / ANF
pêncşem, 21 rêbendanê 2016, 09:16
Berdevkê Komîteya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Qadir got, "Azadiya Kurdan bi azadiya Ocalan re dibe." Qadir bang li Kurdan kir, ku her cihê lê ne veguherînin qadên têkoşîna ji bo azadiya Ocalan.
Berdevkê Komîteya Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir Qadir, mercên giran ên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand û got, "Ocalan rêberê gelekî ye. Di şexsê wî de êrîş û tecrîd li hemberî gel tê kirin." Qadir da xuyakirin ku di şexsê Ocalan de bi şikandina vîna Kurdan re tê xwestin, ku komplo bi ser were xistin û got, "Lê belê divê bê zanîn, ku eger tank û topên wan hebin, ê me jî rêberê me, bîrdoziya me û vîneke me ya azadiyê heye, ku ti carî têk naçe."
'ARMANCA TECRÎD Û ÊRÎŞAN BI SER XISTINA KOMPLOYÊ YE'
Qadir da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan û êrîşên tinekirinê yên li Bakurê Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne û got, "Bi vê yekê re dixwazin komployê bi ser bixînin. Di şexsê Rêberê me de dixwazin vîna gelê me bişikînin û bi nûkirinê re dixwazin komployê bi ser bixînin. Êrîşên ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ên li bakurê Kurdistanê tên kirin û tecrîda li ser Ocalan ji hêzên navneteweyî jî destekê dibînin. Vana ji xwe ji roja destpêkê ve di nava komployê de cih girtin. Xuya ye ev hêz ji bo bigihêjin armancên xwe dixwazin Kurdan careke din bikin qurban. Ji ber ku dewleta Tirk ji aliyekî ve tecrîda li ser Ocalan dişidîne, ji aliyê din ve jî komkujiyan li Bakurê Kurdistanê dike. Ne tiştekî rasthatiye ku ev hemû di heman demê de bi awayekî bêperwa tên kirin. Ji ber ku berjewendiyên wan careke din di qetilkirina Kurdan û şidandina mercên dîlgirtinê yên Ocalan de gihîştin hev. Lewma ti kes li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe dernaxîne."
'EGER CPT BI BERPIRSYARÎ RANEBE, EV Ê WERE WÊ WATEYÊ KU EW JÎ HEVPARÊ KOMPLOYÊ YE'
Qadir bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kir ku bi berpiryariya xwe rabe û got, "Eger vê neke, hingî tê wê wateyê ku CPT jî hevparê vê komployê ye.
Bi mehan e hevdîtin nikare bi Rêberê me re bê kirin. Destûr ji serdana malbatê re nayê dayîn. Çima? Ti sedemeke xwe nîne. Gelo ev ne li dijî hiqûqa navneteweyî ye? Belê li dij e. Gelo ev ne îşkence ye? Belê, îşkence ye. Wê çaxê çima CPT nerazîbûnê nîşanî vê rewşê nade? Mafê me ye ku em vê pirsê bipirsin. Em bang li CPT dikin ku bi berpirsyarî rabe û wezîfeya xwe bi cih bîne. Eger vê neke, hingî ew ê jî bibe hevparê vê komployê."
'EM HER DEVERÊ VEGUHERÎNIN QADA TÊKOŞÎNÊ'
Qadir da xuyakirin ku dewleta Tirk û hêzên komploker wê ti carî nikaribin gelê Kurd tine bikin û teslîm bigirin û bang li gelê Kurd kir ku her devera lê dijî ji bo azadiya Ocalan veguherîne qada têkoşînê.
Qadir got, "Dibe ku Erdogan xwedî hêza leşkerî ya Tikr be, dibe ku ji vê piştrast be. Lê belê ê me jî Rêberê me, felsefe û bîrdoziya me hene. Ev yek jî vîneke welê xurt dide me, ew nikarin fêm bikin. Lewma nepêkane ku dewleta Tirk bi hêza xwe ya leşkerî li hemberî vê zanebûn û vînê bi ser bikeve. Pêwîste gelê me li her deverê ji bo azadiay Rêberê me rabe ser piyan. Em çiqasî tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin, ew ê êrîş jî di heman astê de bên şikandin."