Heyeta FIDH Û EMHRN li Amedê ye
Ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku ÎHD’e ji bo çavdêriya qedexeyên kolanan ên Tirk bikin bang kiribûnê, heyetek ji FIDH Û EMHRN ji bo têkîlî û lêkolînan hat amedê.
Ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku ÎHD’e ji bo çavdêriya qedexeyên kolanan ên Tirk bikin bang kiribûnê, heyetek ji FIDH Û EMHRN ji bo têkîlî û lêkolînan hat amedê.
Ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku ÎHD’e ji bo çavdêriya qedexeyên kolanan ên Tirk bikin bang kiribûnê, heyetek ji FIDH Û EMHRN ji bo têkîlî û lêkolînan hat amedê. Heyetê destpêkê bi KCD û Baroya Amedê re hevdîtin pêk anî, piştre bi tevlîbûna nûnerên saziyên civaka sivîl ên Şaxa Amedê ya IHD’ê re civîn li dar xist.
Komaleya Mafên Mirovan (IHD) têkîldarî binpêkirina mafên jiyanî û mafên bingehîn ê mirovan ên ku di qedexeyên kolanan ên bajarên Bakurê Kurdistanê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kiribû. Li ser bangê heyetek ji Serokê Giştî yê Tora Mafên Mirovan a Ewropa-Behra Spî Michel Tûbîana, Berpirsê Bernameyên Mafên Xwepêşendanê yê Tora Mafên Mirovan a Ewropa Behra Spî (EMHRN), Cîgirê Serokê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Dîmîtrîs Chrîstopoulos, Nûnerê Cenevre (NY) yê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Nîcolas Agostînî pêk tê ji bo agahiyên têkîldarî binpêkirina mafên mirovan ên di qedexeyên kolanan de wergire, bi armanca rêzehevdîtinan hat Amedê.
Heyetê destpêkê avahiya Kongreya Civaka Demokratîk û Baroya Amedê ziyaret kir, hevdîtin pêk anîn. Têkildarî binpêkirina mafê mirovan ên di pêvajoya qedexeya kolanan de agahî girtin. Derbasî Şaxa Amedê ya ÎHD’ê bû. Heyet ji vir di nav de Wexfa Mafê Mirovan Tirkiye (TÎHV), ÎHD, Komela Hiqûqnasan a Mezopotamya, Komeleya Kongreya Jinên Azad (KJA), Komeleya Mafê Mirovan û Ji bo Mazlûman Komaleya Piştgiriyê (Mazlom- Der), Komaleya Çanda Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Odeya Bijîşkên Amedê (DOD), Sendîkaya Karkerên Zanist û Perwerdeyê (Eğitim-Sen), Navenda Lêkolîna Sosyal û Siyasal (Samer), Şaxa Şirnexê ya ŞHD’ê û Nûnerê Cizîrê û Rêxistinên Civaka Sivîl hevdîtin pêk anîn. Di civînê de, malbatên ku li navçeya Sûrê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên xwe negirtine jî beşdar bûn.
Saziyên civaka sivîl ên beşdarî civînê bûne di axafinên xwe de bal kişandin ku di pêvajoya qedexeya kolanan de, îxlala mafê jiyanê, binçavkirinên bê sûç û mijarên girtinê de mafê îxlalkirinê zêde bûye. Li ser van îxlalên heyeta mafê mirovan agahdar kirin.
Piştî civînê, heyet ji bo lêkolînê ber bi Sûrê ve ketin rê.