Li Foça keştiya koçberan noqî avê bû: 12 kes mirin

Li peravên Foça di encama noqî avbûna keştiya koçberan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li peravên navçeya Foça ya Îzmîrê ji ber sedema hewayê keştiya ku koçber tê de bûn noqî avê bû, 12 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku ji aliyê keştiyên masîvan ve 4 kes bi sax û cenazeyek rakirin Bendera Foça û radestî tîmên tendirûstiyê kirin.

Kar û Xebatên Lêgerînê ragihandin ku heta niha 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û tê texmînkirin ku jimara miriyan zêde bibe. 

Xebatên rizgarkirinê ya li herêmê hê jî didomin.