Li Wanê ciwanek hat qetilkirin

Li navçeya Rêya Îpek a Wanê tîmên taybet ên Tirk di ser sîteyêkê de girtin û ciwanek qetil kirin.

Li navçeya Rêya Îpek a Wanê tîmên taybet ên Tirk di ser sîteyêkê de girtin û ciwanek qetil kirin. 

Li Taxa Halîlaga ya navçeya Rêya Îpek a Wanê, polîs û tîmên taybet ên Tirk di ser sîteya Gungor de girtin. Polîsan derdorên sîteyê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û ketin bloka C'yê. Niştecihên sîteyê diyar kir ku piştî tîmên taybet ketin sîteyê di banê avahiyê de dengê teqînek hat û ciwanek hat qetilkirin. Derbarê nasnameya ciwanê ku ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat tazîkirin de, ti agahî nehat wergirtin û hat ragihandin ku ciwan ku guleya li serê wî ketiye hatiye qetilkirin. 

Cenazeyê ciwanê li cihê hat qetilkirin tê rawestandin.