HDP: Operasyon ti encam nagirin; em ê li gel berxwedêran cih bigirin

HDP, li pêşberî xebatkarên xwe li hember oparasyonên siyasî bertek nîşan da, daxwaza serbest berdana endamê MYK’ê Zekî Çelîk û hemû partiyiyên xwe kir.

HDP, li pêşberî xebatkarên xwe li hember oparasyonên siyasî bertek nîşan da, daxwaza serbest berdana endamê MYK’ê Zekî Çelîk û hemû partiyiyên xwe kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “ Di oparasyonên serdegirtênên li Stenbol û Enqereyê de endamê me yê Desteya Rêveberiya Navendî û Muhasebeciyê Navenda Giştî Zekî Çelîk û di nav de nêzî 20 kes endamên partiya me bi tevahî 30 kes hatin binçavkirin.”

Di daxuyaniyê de, di mînaka dawiya dîziya oparasyonên Kûrgûyê de têkildarî dosyayê, biryara veşartinê hat girtin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

‘YEK QÛRÎŞ NÎNE KU EM HESAB NEDIN, BIMEZÊXIN’

“Çapemeniya Heriyê bi nûçeyên ‘Çavkaniya pereyên PKK’ê hat girtin’ ji bo kirmînalîzerkirina partiya me xebatên xwe didomînin.

Hesabên partiya me û mezaxtina me diyar e. Dadgaha Mekazagona Bingehîn her sal bajar, navçe û hesabên giştî yên Navenda Giştî dişopîne. Tenê hesabê yek qûriş jî namîne ku em hesab nedin gelê xwe, bimezêxin.

BANG JI BO XEBATKARÊN DAREZÊ

HDP, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li xebatkarên darazê kir dest ji ‘Rêvebirina polîtîkayên AKP’ê û bûyîna nîşanciyê wê bînin’ berdin. Daxwaz kir ku Zekî Çelîk û hemû endamên partiya wan demildest bên berdan.