3 jinên ku birîndar radikirin jî hatin gulebarandin

3 jinên ku Helîn Oncu ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê hat gulebarandin û DMME der heqê wê de biryara tedbîrê girtiye radikirin nexweşxaneyê jî hatin gulebarandin.

3 jinên ku Helîn Oncu ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê hat gulebarandin û DMME der heqê wê de biryara tedbîrê girtiye radikirin nexweşxaneyê jî hatin gulebarandin.

3 jin danê sibehê ji bo Helîn Oncu ya di êrîşa hêzên dewletê ya li ser Taxa Cûdî ya Cizîrê hat birîndarkirin û der heqê wê de ji bo rakin nexweşxaneyê biryara tedbîrê ya DMME heye çûn Taxa Cûdî. Jin bi agahiya Midûriyeta Emniyeta Cizîrê gihiştin taxê, dema hewl dan Oncu bigirin û ji taxê derkevin, hat ragihandin ku ji aliyê hêzên dewletê hatin gulebarandin.

AGAHÎ JI JINAN NAYÊ GIRTIN

Ji jinên ku kolana lê ne bi awayekî zêde tê gulebarankirin agahî nayê girtin. Ji ber êrîşan tê gotin ku nahêlin kes biçin taxê jî.
Li dijî taxan êrîş bi tevahî dijwariya xwe didome.