Kantona Cizîrê salvegera damezirandina Xwerêveberiya Xweser pîroz kir
Kantona Cizîrê 2. salvegera îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi coş pîroz kir.
ANF
QAMIŞLO
pêncşem, 21 rêbendanê 2016, 14:57
Şahiya bi boneya 2’emîn salvegera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya ku li salona El-Rewabî li bajarê Qamişlo hate çêkirin bi dawî bû.
Bi boneya du sal li ser îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê derbas bûn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şahiyek li salona El-Rewabî ya bajarê Qamişlo li dar xist. Hemû heyetên Xweseriya Demokratîk, Nûnerên Partî û Tevgerên siyasî û Nûnerên pêkhateyên herêmê û Nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê tevlî bûn.
Piştî al ji aliyê hêzên leşkerî YPG`ê û HSD`ê ve hatin rakirin, Serokê Meclisa Rêvebir a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, Cîgirê Serokê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Mûsa Şêxmûs, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, li ser navê Meclisa Kantona Kobanê Enwer Muslim, Cîgira Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Elîzabeth Gewriyê, li ser navê Meclisa Eşîreyên Ereban Telai El-Telai, li ser navê Partiyên Lêvegera Siyasî Mustefa Meşayîx, Endamê Desteya Rêvebir Hikmet Hebîb û li ser navê Partiyên TEV-DEM ê Telal Mehemed di şahiyê de axivîn.
Kesên axivîn salvegera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê pîrozkirin û anîn ziman ku destketiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi xwîna hemû şehîdên hêzên parastina xaka Rojava bidest xistine. Di heman demê de ew destketî di encama fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Di nava axaftinan de berxwedana gel li Kantona Cizîrê ya li hemberî çeteyan hemû komployên li hemberî gelê herêmê vala derxist.
Piştî axaftin bi dawî bûn, Navenda Çand û Huner a Hurî ya bajarê Amûdê şanoyek bi navê `ziman` pêşkêş kir. Şano li ser girêdana bi ziman ve hatibû amadekirin.
Di dewama şahiyê de helbestvanê Kurd Ferhad Merde helbesta xwe ya bi navê `Here` xwend.
Endamê Komîteya Amadekariya şahiyê û Endamê Dîwana Encûmana Zagonsaz Ekrem Mehşûş gotina dawiya şahiyê kir û diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hembezkirina wê ya ji hemû pêkhateyan hate kirin. Mehşûş anî ziman ku wê projeyên dema pêş mezin û gelekî girîng bin.
Di dawiya şahiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ji bo ked û hewldanên Sazî, Navend û Desteyan ji destpêka şoreşa Rojava ve kar dikin xelat diyarî wan kirin.